Diyarnam
18'emîn Pêşbaziya Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê li benda berheman e.
Pêşbazî îsal 18'emîn car li dar dikeve û pêşbazî bi zimanê kurdî û tirkî li dar dikeve. Pêşbaziya ku ji bo bîranîna Musa Anter û şehîdên çapemeniyê tê li dar xistin heta 14.09.2010'an beşdar dikarin berhemên xwe bişînin. Pêşbazî di warê nûçeyên kurdî û tirkî, fotograf û karîkaturê de tê li dar xistin. Kesên bi ser bikevin di 20.10.2010'an ku roja kuştina Musa Anter e bi merasimeke bene dayîn.
Ji bilî van beşan dê Xelata Juriyê ya Taybet a Gurbetellî Ersoz jî bê dayîn.
Di her kategoriyê de dê bi tenê xelatek bê dayîn. Di kategoriyên nûçe û fotografan de ji bilî berhemên ji pêşbaziyê re raste rast hatine şandin, dê berhemên desteya hilbijartinê jî pêşniyar kirine li ber çavan bêne girtin. Di her kategoriyên wekî, 'nûçe', 'fotograf' û 'karikatur' de xelata pereyan bê dayîn û ji bo her yek ji wan 2 hezar û 500 TL ye.
Endamên juriyê û xebatkarên rojnameyên 'Gunluk' û 'Azadiya Welat' nikarin tevli pêşbaziyê bibin. Berhemên ku bêne şandin an divê nehatibin weşandin an jî piştî 20'ê rezbera 2009'an hatibin weşandin. Berhemên bêne şandin divê herî dereng heta 14'ê rezbera 2010'an bigihijin ber desteya hilbijêr.
Her kes bi tenê di kategoriyekê de dikare tevli pêşbaziyê bibe. Berhemên ku ji bo kategoriya 'nûçeyan' tên şandin divê wekî 7 kopî bigihîjin ber destê juriyê.
Li ser berhemên wekî; karikatur û fotografan kunye hebe. Ango li pişta fotograf an jî karîkatur li quncikê çepê yê jêr etîketek hebe û li ser (navê fotograf, çima hatiye çêkirin an jî kişandin, kengî û li ku) agahiyên esasî cih bigirin. Divê berhem bi mezinahiya 18x24 cm û rengîn an jî reş-spî bin. Navên ên ku xelat qezenc kirine dê di 15'ê rezbera 2010'an de bên eşkerekirin.
Xelat dê bi merasîmeke mezin di 20'ê îlona 2010'an de li xwediyên wan bên belavkirin. Berhemên bên şandin li xwediyên wan nayên vegerandin û dê di rojnameyê de bêne weşandin. Namzet divê kurtejiyana xwe ligel berhemên xwe û fotografê xwe ji navnîşanên jêr re bişînin.
Navnîşanên serlêdanê
Ji bo 'Nûçeyên bi kurdî' navnîşar: Huzurevleri Mah. Dr. Sıtkı Göral Cad. 13. Sok. Yeni Bina Kürtçe Dil Kursu Kat: 2 Kayapınar / DİYARBAKIR Tel: (412) 237 48 91 Fax: (412) 237 48 89
'Nûçeyên 'bi tirkî', 'karikatur û 'fotograf' dê ji vê navnîşanê re bêne şandin: Şehit Muhtar Mah. İstiklal Cad. Mis Sok. Umutcan Apt. No: 19/4 Beyoğlu / İSTANBUL Tel: (212) 244 13 85 Fax: (212) 244 09 41
Juriya Nûçeyên Kurdî
Mazhar Gunbat
Mesûd Hamid
Leyla Ayaz
M. Alî Ertaş
Tayip Temel
Juriya Nûçeyên Tirkî
Huseyin Aykol
Ertugrul Kurkçu
Fatih Polat
Berat Gunçikan
Ahmet Tulgar
Juriya Fotograf
Ramazan Ozturk
Gultekin Tetik
Îsa Çelik
Çerkes Karadag
Hacer Persidat
Juriya Karîkatur
Tan Oral
Gulay Batur
Ender Ozkahraman
Sarkis Paçacı
Halil Încesu
Heta niha van rojnameyan xelat dan:
Yekemîn Pêşbaziya Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê di sala 1993’yan de ji aliyê “Ozgur Gundem”, 94’an de “Ozgur Ulke”, 95’an de “Yenî Polîtîka”, 96’an de “Demokrasî”, 97 û 98’an de “Ulkede Gundem”, 99’an de “Ozgur Bakiş”, 2000’î de “2000’de Yenî Gundem”, 2001 û 2002’yan de “Yedîncî Gundem”, 2003’yan de “Yenîden Ozgur Gundem”, 2004, 2005 û 2006'an de ji aliyê “Ulkede Ozgur Gundem”, 2007'an de ji aliyê Gundemê, 2008'an de ji aliyê rojnameya Azadiya Welat û rojnameya Alternatîfê, 2009'an de ji aliyê Azadiya Welat û Gunlukê ve hatin dayîn. Di 2010'an de jî dîsa ev her du rojname xelatê didin.


