Diyarname
Yek li ser navê Perîhan Ekîncî û Tarik Ziya Ekîncî, yek jî li ser navê Vedat Turkalî, du xebat li benda serîlêdanê ne.
Bûrsa Doktorayê ya Ekînciyan
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li ser navê Perîhan Ekîncî û Tarik Ziya Ekîncî bûrsa doktorayê dide. Li gor agahiyê di çarçoveya xebatên kurdan de kesek li ser doktorayê dixebite dê bûrsê bidin. Yên bixwazin beşdar bibin dikarin heta 1'ê adara 2021'ê serîlêdana xwe çêbikin.
Kesê/a bi ser bikeve dê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî 18 mehan her mey 2.500 TL bûrsê bide wî/ê.
Ji bo yên bixwazin serîlêdanê bikin: ekincibursu@ismailbesikcivakfi.org
Xelatên Wêjeyî yên Vedat Turkalî
Şaredariya Atakûm a Samsûnê li ser navê çepgir û nivîskarê navdar Xelatên Wêjeyê dê bide. Şaredariya Atakûmê her sal dê di warê roman, çîrok, helbest û berhema wergerê de xebatê bide. Yên bixwazin berhemên xwe bişînin divê ew berhem di salên 2019 û 2020'an de hatibin weşandin.
Dogan Hizlan, Zulfu Livaneli, Deniz Turkali, Kemal Varol, Gonca Ozmen û Yavuz Ekinci endamên juriyê ne. Yên bixwazin dikarin heta 28'ê reşemiya 2021'ê berhemên xwe bişînin. Navnîşan ev e: vedatturkaliodulleri.com



