logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
  4. Festîvala Fîlman a Silêmanî didome
  5. 'Practical Magic 2', 'The Umnknown' û yên din
news-details

Ji berxwedanê heta têkçûnê Bedirxanî

Kovara "Kurt Tarîhî" bi hejmara xwe ya 42'yan li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovar ku bi tirkî dertê lê têde carinan got

  • Dîrok: 26/12/2020
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Kovara "Kurt Tarîhî" bi hejmara xwe ya 42'yan li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovar ku bi tirkî dertê lê têde carinan gotarên bi kurdî jî têne weşandin sê mehan carek derdikeve. Di vê hejmara mehên kewçêr-sermawez-berfanbarê de dosyaya Bedirxaniyan hatiye pêşkêşkirin.

JI GELEK ALIYAN VE BEDIRXANÎ

Di dosyayê de 4 nivîs û hevpeyvînek li ser Bedirxaniya hatiye amadekirin û weşandin. Di nav dosyayê de Ahmet Kardam bi navê "Taybetiyên berxwedan û serhildana Mîr Bedirxan, sedemên têkçûnê û encamên wê" nivîsek nivîsiye. Nivîs van gotinan pêşkêş dike, "Tiştê ku Bedirxan beg kiriye efsane û heta îro hatiye ne têkoşîna çekdarî ya ku li hemberî Osmanî daye. Wî, li nav kurdan îtîfaqek berfireh saz kiribû ku heta wê çaxê îtîfaqek wisa çênebûbû. Her wiha bi jîrekiya birêvebirinê li nava xwe ewlehî, aramî û pêşketina aborî çêkiriye ku dîsa heta wê demê li Kurdistanê tiştek wisa nehatibû dîtin. Dîsa bi dîplomasiya li hemberî Osmanî daye û bi hostetiya siyasetê bûye efsane û heta îro hatiye."

DESTPÊKA TÊKÇÛNÊ

Li ser sedema têkçûna Bedirxan jî qala komkujiya wî ya li hemberî Nastûriyan a sala 1943 û 46'an dike û dibêje "Ev komkujiya duyemîn a rezbera 1846'an de li hemberî Nastûriyan hatiye kirin dibe destpêka dawîlêhatina wî. Piştî vê Îngilistan û Fransa bi awayekî fiîlî beşdar dibin û Sadrazam Rauf Paşa datînin xwarê, Mustafa Reşîd Paşa tînîn cihê wî ku yekem îmzeya ku ew diavêje biryara têkbirina Bedirxan Beg e. Ji bo vê planeke saz dike ku plan gelek veşarî ye."

Di nivîsê de piştî serhildanê jî rewşa derketiye holê hatiye pêşkêşkirin.
REWŞA EBDURREZAQ

Celîlê Celîl nivîsa xwe ya bi kurdî bi sernavê "Navekî Pîroz yê Pîvana Welatparêziyê Ebrurrezaq Bedirxan" nivîsandiye. Celîl portreya Ebdurrezaq Bedirxan pêşkêş kiriye û armanca wî ya di dema têkoşînê de nivîsandiye. Ebdurrezaq Bedirxanê ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi 500 siwarên xwe Ermenî û Asûriyan rizgar dike digihîne hêsên rus, lê paşê? Paşêya wê em ji nivîsê bixwînin: "Pey rêvolyûsya bolşêvîka, ketina hukumdarya qeyser, belabûna leşkerên Rûsa li sala 1918an Ebdûrrezaq vedigere Mûsilê û dikeve destê leşkerên Tirkan. Cih da wî radikin

sêdarê, dikujin."

MÎQDAD Û KAMÛRAN BEDIRXAN

Bahoz Şavata jî bi sernavê "Mîkdat Mîdhat Bedirxan û Rojnameya Kurdistanê" nivîsa xwe amare kiriye. Lêkolîner Rohat Alakom ku portreyên balkêş derdixe bi nivîsa "Xwişka Jidil a Halide Edîb Mehmûre Bedirxan (1877-1939)" ked daye dosyayê. Mehmûre Bedirxan keça Alî Şamîl Paşa û jina wî Bedrîfem e. Paşê Bedrîfem ji Alî Şamîl Paşa vediqete û ligel Serkatibê Mabeynê Mehmed Edîb Beg re dizewice û Halide Edîb Adivan ji bo wan tê dinê. Bi gotineke din Mehmûre Bedinxan û Halide Edîb Adivar ji aliyê dê ve xwişkên hev in. Di nivîsê de bi awayekî berfireh qala têkiliya herduyan tê kirin.

Di dosyayê de hevpeyvînek jî cih digire. Bahoz Şavata ligel Seîd Verok li ser pirtûka "Du birayên Bedirxanî: Celadet û Kamûran Bedirxan" hevpeyvîn kiriye.

Mehmet Emîn Purçak jî "Li ser albuma Bedirxaniyan" nivîsa xwe nivîsandiye.

MEREŞAL NADIR NADIROV

Ji bili nivîsên di dosyayê de sê nivîsên din û nivîsek jî li ser danasîna pirtûkek hatiye pêşkêş kirin. Ji van nivîsan, Prof. Dr. Ahmet Oz bi sernavê "Mereşalê Zanista Petroz û Gazê Nadîr Nadîrov" portreya Nadirov pêşkêş kiriye. Ji nivîsên din yek jê li ser termên  erdnîgarî û siyasî yên Kurdistanê (Nasruddewle Mardux nivîsandiye) yek jî li ser cihûyên Kurdistanê ye.

Kovara Kurt Tarîhî ku heta niha tenê bi awayê çapkirî dihat belavkirin niha êdî ligel awayê kaxiz çapkirî bi şiklê e-kovar jî tê belavkirin. Yên bixwazin dikarin wekî e-kovar jî bikirin û bixwînin.

Ji bo têkilî: 

Tel: 0 541 391 81 49

www.kurttarihidergisi.com/e-dergi


Parve Bike

Youtube Me

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 27 08 2026

Hejmara nû ya Nûbiharê li pêşberî xwendevanan e

news
  • 26 08 2026

Kovara 'Bizot' ca dawo Rênas Jiyanî

news
  • 25 08 2026

LEWerger li ser 'Erotîzmê' disekine

news
  • 24 08 2026

'Dilop'ek nû derket

news
  • 07 08 2026

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

news
  • 02 08 2026

Belgefîlmê Mourinho yeno

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

YPG: Em ji bo piştgiriya Başûr amade ne

ad

Şûrkêşiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil

ad

AAS derbas bî la Pêşmerge Çukobîrlîk de day vindarnayişî

ad

Amed spor 2 caran bi Keçîorengucu re dilîze!

ad

Newroz ji bo kê çi bû

ad

GÎTARA BÊ TÊL*

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

  • 12 09 2026
news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome

  • 13 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname