Dilbera Min
Ebdulhemîd Bamernî
dilbera min
bo kenyê te
bo bejna te
bo nav û dengê canya te
min xo kir baxçê xeyala
sîtavka te
siha min e
bizêmarê
te mestkirim
bindestkirim
bê zever û bizav kirim
dilbera min
dê derkeve ji bêlayê
perî rengê
lêde zengê
li derdora bike dengê
da ejî roja dîtinê
tibay hemya
bi dîtina ewê bejnê
dilþad bibim
hema roja xirvebûnê
serî rakem
her du çavan serevraz kem
bi dîtina her du muma
dil û çavan
bi te têrkem
dê derkeve ji wê tirsê
ji wê þermê
çîroka me biþarîne
bidê germê
dilbera min
20/08/2008
***
***
Nivîsên Ebdulhemîd Bamerrnî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Hîvyadera, xwelya sera
- Dengên demê zwî (1)
- Dengên demê zwî
- Li Duhokê nexweþketin qedexeye!
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?
-