Diyarname
Li Tirkiyeyê îsal di temaşekirina fîlman de rekorek nû derket holê:
Li gor agahiyên Midûriyeta Giştî ya Mafên Telînê û Sînemayê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê îsal 66 fîlmên ji Tirkiyeyê 243 jî biyanî bi giştî 309 fîlm ketine vîzyonê. Di warê temaşekirina fîlman de jî hejmara temaşevanan gihîştiye 40 mîlyon û 714 hezar û 451 kesî ku ev lûtkeya 20 salên dawî ye.
Ji sektora sînemayê ya 2010'an hin kîte:
- Niha li Tirkiyeyê 34 festîvalên fîlmên metrajdirêj li dar dikevin. Festîvalên belgefîlm, kurtefîlm û festîvalên din jî dema lê bê zêdekirin bi giştî li Tirkiyeyê 134 festîval li dar dikevin.
- 66 fîlmên ji Tirkiyeyê 243 jî ji derveyî Tirkiyeyê fîlm hatine û li Tirkiyeyê ketine vîzyonê.
- 2009'an de 18 mîlyon û 790 hezar û 700 kesî li fîlmên derhênerên Tirkiyeyê temaşe kirine îsal ev hejmar derketiye 21 mîlyon û 803 hezar û 610'an.
- Li gor par (2009) rêjeya temaşevanên fîlmên Tirkiyeyê ji sedî 50.92 derketiye 53.55'an. Beramberî vê temaşevanên fîlmên biyanî ji 49.08'an (2009) daketiye 46.45'î.
- Di sala 2010'an de fîlmên ku herî zêde hatine temaşekirin jî wisa rêz bûne:
- New York’ta Beş Minare: 3 mîlyon û 424 hezar û 310
- Recep İvedik 3: 3 mîlyon û 325 hezar û 842
- Eyvah Eyvah: 2 mîlyon û 459 hezar û 815
- Yahşi Bati: 2 mîlyon û 323 hezar û 61
- Av Mevsimi: Mîlyon û 574 hezar û 312
- Çok Film Hareketler Bunlar: Mîlyon û 141 hezar û 448
- Başlangıç: Mîlyon û 100 hezar û 309
- Alacakaranlık Efsanesi Tutulma: Mîlyon û 41 hezar û 920
- Veda: Mîlyon û 28 hezarn û 32
- Dersimiz Ataturk: 861 hezar û 468."
**
Nûçeyên li ser Sala 2010'an
- 2010: 57 Rojnameger hatin kuştin