Amed
Vê carê meseleya diziyê li Edliyeya Amedê derket holê. Hat diyarkirin ku li Edliyeya Amedê 793 guleyên keleşê hatine dizîn û firotin. Li ser vê yekê katibê zabitê M.Y. hat girtin.
Katibê zabitê M.Y. ku li Edliyeyê peywirdar e li derveyî saetên mesaiyê bi kilîtê di dest de hatiye embara emanetê ya edlî û 793 guleyên keleşê birine û firotine.
Li gor nûçeya Îlyas Akengin a di Amedîhaberê de, Serdozgeriya Komarê ya AmeDê piştî şopandinê û nêrîna kamerayan diyar bûye ku M.Y. ew birine û ew girtin, şandin girtîgehê.
LI STENBOLÊ LI DU EDLIYEYAN ÇÊBÛBÛ
Li Stenbolê li Edliyeya Adalarê çek winda bûbûn, li Edliyeya Buyukçekmeceyê jî zêr û zîvên di emanetê da hatibûn dizîn.
BIRYARA JI BO 81 BAJARAN
Piştî li Stenbolê li du edliyeyan bûyer derketin, Wezîrê Edaetê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ferman da ku li 81 edliyeyan bajaran li embaran tiştên lê bêne jimartin û qontrolkirin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Ev jî çêbû: Li 2 Edliyeyên Stenbolê dizî