Azad Ronakbar ku heta niha gelek helbest û çîrok nivîsandibû, bi van xelat jî girtibû roja 24'ê berfanbarê jiyana xwe ji dest da.
Azad Ronakbar di sala 1975'an de hatibû dinê. Azadiya Welat, kovara W, kovara Tîrojê jî têde hetaniha wî di gelek cihan de nivîs nivîsandibû.
Ronakbar ji bo Diyarnameyê jî çend nivîs şandibûn û me weşandibûn.
Wî, heta niha di pêşbaziya çîrok û helbestan a Hûseyîn Çelebî, Feqî Huseyîn Sagniç û Yilmaz Guney de xelat girtibû.
Azad Ronakbar ev çend sal in nexweş bû û bi wê nexweşiya xwe jiyana xwe dom dikir; ber xwe dida. Lê mixabin roja 24'ê vê mehê serê sibê jiyana xwe ji dest da. Cenazeya wî li Tetwanê hate veşartin.
Du nivîsên Azad Ronakbar ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
***
Nivîsên Azad Ronakbar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Bîşenga Min û Bîşenga Kawa Nemir
- Takekes û Civaka Kurd de Xwebawerî *
**
Nûçeyên eleqedar:
- Xelatên pêşbaziya Feqî Huseyîn Sagniç hatin belavkirin
- Encama pêşbaziya wêjeyê ya F. Huseyn Sagniç diyar bû
-