Mêrsîn
Nûçegîhanê DÎHA'yê yê Mêrsînê Mehmet Alî Ertaş û nûçegîhanê Meletî Ersîn Çelîk hatin girtin.
Nûçegîhanê DÎHA'yê yê Meletî Ersîn Çelîk ku pêr li Amedê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyên ku li dozgeriyê da, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Çelik, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.
Her wiha nûçegîhanê DÎHA'yê Mehmet Alî Ertaş ku 4 roj berê li Mêrsînê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyên ku li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê hatin girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Ertaş, ji aliyê 4'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Mêrsînê ve bi hinceta "wesfa sûc, xetereya revê û reşkirina delîlan" hate girtin.