Diyarname
Li Îngilistanê heta niha tenê wêneyê qralîçeyê li ser sterlînê bû lê niha êdî dê wêneyê nivîskar Jane Austen jî li ser pereyan be.
Li Îngilistanê kampanyayeke hatibû dest pê kiribûn û di kampanyayê de dixwestin ji bilî qralîçeyê wêneyên jinên din jî li ser pereyan hebe. Ev kampanya bi ser ket. Biryar hate gotin ku li ser pereyên îngilîz 10 Sterlîn de wêneyê Jane Austen hebe. Austen di sedsala 19'an de jiyaye, bi romanên xwe yên wekî "EÅŸq û Xirûr", "Manastira Nothanger", "Emma" tê nasîn.
Rêveberê Bankeya Îngilistanê Mark Carney li ser meseleyê wisa got: "Li ser pereyên ku dê di sala 2017'an de bêne çapkirin dê wêneyê Jane Austen hebe. Di nav gelek karakterên dîrokî Jane Austen hat hilbijartin. Romanên wêyên gerdûnî û wêjeyî kirine ku eq bibe yek ji nivîskarên mezin ên Îngilistanê."
Berdevka kampanyayê aktîvîsta femînîst Caroline Criado-Perez jî di bloga xwe de wisa nivîsî: "Ji bo jinan rojeke ronahî."
Ji bo kampanyayê 35 hezar kesî îmze avêtibû bin metnê.