Diyarname
Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê îsal 47'emîn car li dar dikeve. Kesên ku dê Xelata Rûmetê, Xelata Kedê, Xelata Bîranînê ya Yildirim Onal û Xelata Di Hunerê de Berpirsiya Civakî diyar bûn.
Li gor daxuyaniya ku hate pêşkêş kirin îsal 15'emîn car wê Xelata Rûmetê ya Di Hemû Jiyanê De bê dayîn. Îsal Ertem Goreç (derhêner), Safa Onal (senarîst), lîstikvan Gulşen Bubikoglu, Nur Surer, Metin Akpinar û Zeki Alasya wê Xelata Rûmetê ya Di Hemû Jiyanê De bigirin. Yildiz Kenter Xelata Bîranînê ya Yildirim Onal, Necmetîn Çobanoglu jî wê Xelata Kedê ya Sînemayê bigire.
Her wiha îsal yekem car Xelata Di Hunerê de Berpirsiya Civakî tê dayîn û ji bo vê xelatê Mujdat Gezen guncan hatiye dîtin.
Xelata Rûmetê ya Porteqala Zêrîn a par dabûn Vedat Turkali, Ulku Erakalin, Yalçin Tura, Sevda Ferdag.
Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê îsal dê di navbera 9-14'yê kewçêrê de li dar bikeve.