Batman
Li qada petrola Raman Guneyê ya li Heskîfê teqîn pêk hat. Di teqînê de Serokê HEP'ê yê Êlihê yê berê Salîh Ozdemîr, Serok û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê yên berê Sadî Ozdemîr, Sedat Ozevîn û Sitki Ozdemîr jiyana xwe ji dest dan.
Li Qada Raman Guneyê ya Herêma Meymuniyeyê ya li ser riya bejayî ya Navçeya Heskîfê teqîn pêk hat. Li gorî agahiyan Serokê HEP'ê ya Êlihê yê berê Salîh Ozdemîr, Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê yê berê Sadî Ozdemîr, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê yê berê Sedat Ozevîn û Sitki Ozdemîr, di teqînê de jiyana xwe ji dest dan.
Rêveberên ÎHD'ê yên berê dema diçûn cihê şewatê wesayîta wan di rê de rastî teqînekê hat. Di encama teqînê de Salîh Ozdemîr, Sadî Ozdemîr û Sitki Ozdemîr û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê yê berê Sedat Ozevîn jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeya 4 parêzvanên mafên mirovan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê.
Piştî agahiya bûyerê belav bû, rêveberên BDP û ÎHD'ê çûn nexweşxaneyê. Gelek rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, rêveberên ÎHD'ê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî li ber nexweşxaneyê sekna xwe didomînin. ÎHD'ê li bajar şîn îlan kir.
'Nehiştin em lêkolînê bikin'
Serokê Baroya Batmanê Yusuf Tanrisiven got ku wan xwestiye li cihê bûyerê lêkolînê bikin lê destûn nedane wan. Tanrisiven wisa got: "Êşa me giran e. Hevalê me Sedat Ozevin ku di navbera salên 2006-2008'an de Serokatiya Baroyê û rêveberiya ÎHD'ê kiriye jî hebû, çar rêveberên me di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da. Em xemgîn in. Ji ber ku hêzên ewlehiyê lêkolîna xwe temam nekirine nehiştin em bikevin herêmê."