Diyarname
Ji favoriyên kûpayê Arjantînê vê carê bi 4 golan reqîbê xwe têk bir, lê favoriyek din Fransa bi 2 golan têk çû.
Arjantîn: 4 Afrîkaya Başûr: 1
Li mala Afrîkaya Başûr Arjantînê qedrê mêvantiya xwe nezanî û 4 gol avêt mazûvan! Yek ji favoriyên kûpayê Arjantîn piştî Nîjeryayê vê carê reqîbê xwe Afrîkaya Başûr têk bir û ji bo derketina ji komê avantajeke mezin bi dest xist. Higuain hat-trick kir û gola çaran lîstikvanê Afrîkaya Başûr Park Chu-young avêt keleha xwe. Di maçê de Messi careke din di serlîstikvaniyê de bû.
Kunye:
Stad: Soccer City
Hakêm: Frank de Bleeckere (Belçika), Peter Hermans (Belçika), Walter Vromans (Belçika)
Arjantin: Sergio Romero, Martin Demichelis, Walter Samuel (Dq. 23 Nicolas Burdisso), Gabriel Heinze, Jonas Gutierrez, Javier Mascherano, Maxi Rodriguez, Angel Di Maria, Lionel Messi, Carlos Tevez (Dq. 75 Sergio Agüero), Gonzalo Higuain (Dq. 82 Mario Bolatti)
Güney Kore: Jung Sung-ryong, Oh Beom-seok, Lee Young-pyo, Cho Yong-hyung, Lee Jung-soo, Kim Jung-woo, Ki Sung-yong (Dq. 46 Kim Nam-Il), Park Ji-sung, Lee Chung-yong, Park Chu-young (Dq. 82 Dong-Gook Lee), Yeom Ki-hun
Gol: Dq. 45 1 Lee Chung-yong (Koreya Başûr), Dq. 17 Park Chu-young (gol avêt keleha xwe), Dq. 33, 76 ve 80 Gonzalo Higuain (Arjantin)
Û maçên din ên rojê yên din bi van skoran bi encam bûn:
Meksika: 2 Fransa: 0
Fransaya bi lîstikvanên xwe yê navdar ên wekî Malouda, Ribery, Anelka jî nekarî bi Meksîkayê. Meksîkayê bi 2 golan serê dîkê Fransayê jê kir û awantajek baş bi dest xist. Bi vê encamê derketina Fransayê ji komê ket talûkeyê.
Golên Meksîkayê deqîqeya 64'an de Hernandez û deqîqeya 79'an de Blanco (ji penaltiyê) avêt
Yewnanistan: 2 - Nîjerya: 1
Yewnanistanê di sala 1994'an de di kûpayê de tenê golekê jî neavêtibû. Lê îro li hemberî Nîjeryayê 2 gol avêt û yekem car di kûpayê de golan davêje.
Bi vê encamê Nîjeryayê xatir ji tûrnûvayê xwest.
Golên Yewnanistanê deqîqe 44'an de Salpingidis û deqîqe 71'ê de Torosidis avêt. Tekane gola Nîjerya jî Kalu Uche di deqîqeya 16'an de avêt.