Amed
Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat, Komeleya Nivîsarên Kurd û Nûneriya PEN'a Tirkiyeyê ya Amedê bi daxuyaniyeke piştgirî da Îrfan Aktan ku ji aliyê dadgehê ve hatibû cezakirin.
Li ser navê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat Faruk BALIKÇI, li ser navê Komeleya Nivîskarên Kurd Arjen ARÎ û li ser navê Navenda Yekîtiya Nivîskarên Tirkiyeyê Nûnerê Amedê Şeyhmus DİKEN daxuyaniyeke dan çapemeniyê, cezaya ku li rojnamegeran tê birîn şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de Raporta Çavdêrî ya Medya’yê ya Tora Ragihandina Serbixwe (TRS) bi bibîr xistin û wiha got: "Di mehên rêbendan, sibat û adarê de 15 rojnameger ji ber Zagona Têkoşîna bi Terorê (TMY) re derketine pêşberî dadgêr. Li gorî vê yekê, berdêla nûçe û nûçegeriya di derbarê Pirsgirêka Kurd de, rojnameya Azadiya Welat du mehan hate girtin; ji Bîrgûnê Hakan Tahmaz, ji Gunlukê Veysî Sarisozen, ji Radîkalê Rifat Başaran û ji Mîllîyetê Namik Durukan bi cezaya hebsê hatin darizandin. Her wisa li Vedat Kurşun 166 sal û şeş meh hate birîn, û Murat Kolca, Îrfan Dundar, Firat Aydinkaya, Ozan Kilinç û Fehmî Kiliç bi Zagona Têkoşîna bi Terorê hatin darizandin û cezakirin."
Wan got ku cezaya ku di şexsê Îrfan Aktan de hatiye dayîn, bikaranîna ‘keyfî’ a Zagona Têkoşîna bi Terorê re ye û wisa gotN: "Ev ji bo pêşilêbirîna azadiya derbirînê, wek peyteke şênber e. Em vê helwesta gefxwer a li rojnameger Îrfan Aktan û li hemû rojnamegerên ku karê wan nûçevaniya azad a spartî regezên sincî ye hatî kirin, wekî derbeyeka li azadiya çapemeniyê ketî û astengiya di pêşiya nûçevaniya azad de dibînin û vê biryarê, û hemû biryarên hatine dayîn, şermezar dikin."


