logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. (Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...
  2. Li Cannesê xelat hatin belavkirin: Merve Dizdar xelat girt
  3. Girtîgehek ji bo 40 hezar kesî!
  4. Amed Sporê dawî li peywira teknîk dîrektorê xwe Akan anî
  5. Du karîkatur...
news-details

Roman ji bo 7 zimanan tê wergerandin

  • Dîrok: 04/02/2019
  • Beş: Nûçeyên Çandî

"Min ew roman bi armanca wergirtina xelatê nenivîsiye, tişta ji bo min girîng ew e ku bi vê rê êş û zehmetiyên penaberên seranserî cîhanê û bi taybet Greva Manûsê ji bo cihanê rabigihînim."


Rojnameger û romanivîskar Behroz Bûçanî berî çend rojan li Awustralyayê xelata herî giranbuha ya wêjeyî girt. Pirtûka wî, wê niha bi çend zimanên cîhanê were wergerandin. Wî ji bo me got; “Min roman ne ji bo xelatê nivîsî, ji bo êş û jiyana panaberan rave bikim min ew nivisî.”


Behroz Bûçanî penaberekî kurd ê ji Îlamê ye ku berî bi pênc salan ji aliyê hikumeta Awustralyayê ve li girava Manûsê hatiye bicihkirin û asêkirin. Xelata wêjeyî ya Victoriayê ya herî bi prestîj a wêjeyî ya Awustralyayê, û îsal ev xelat di du beşan de dan wî. Ji ber nivîsandina romana otobiyografîk ‘Ji derveyî çiya tu dostekî din ê me nîn e’ di beşa metnên ne wêjeyî û wêjeyî de wî xelat wergirt. Wî di beşa yekem de 25 hezar dolar û di ya duyem de jî 100 hezar dolar xelata pere jî wergirt.


Ne ji bo xelatê belkî li dijî zilmê

Behroz Bûçanî ji bo me qala wergirtina xelatê û daxwazên ji bo wergerandina romana xwe kir. Behroz Bûçanî li ser wergirtina xelatê got; “Min ew roman bi armanca wergirtina xelatê ne nivîsiye, tişta ji bo min girîng ew e ku bi vê rê êş û zehmetiyên penaberên seranserî cîhanê û bi taybet Greva Manûs ê ji bo cihanê rabigihînim.”


Behroz Bûçanî têkildarî wergerandina pirtûka xwe jî wiha got; “Piştî nûçeya dayîna xelatê hate weşandin, çend saziyên çapê, pêwendî çêkirin da ku ji zimanê îngilîzî wergera ber bi zimanên wekî almanî, çînî, îtalî û holandî bikin. Biryar e ku heta sala 2020’an li van welatan jî ev kitêb were belavkirin. Ji derveyî vê jî biryar e ku her bi zimanê îngilîzî li Brîtanya, Kanada û Amerîka jî bê weşandin. Di heman demê de, wê di demeke nêzîk de bi zimanê farisî û spanî jî wergera wê bê kirin. Me hevpeyman îmze kiriye. Her wiha wê bi zimanê çînî li welatê Taywanê were weşandin.”


Kurdî û farisî jî wê hebin

Behroz Bûçanî der barê wergera pirtûkê ya bi zimanê kurdî jî ev agahî dan; “Heta niha du wergerên kurd li başûrê Kurdistanê pêwendî bi min re kirine ku ji zimanê îngilîzî wergerînin kurdî. Hevalekî min ê bi navê Dilşad Xoşnav ku wergêrekî farisî ye, pêşniyaz kiriye ku ji farisî bike kurdî. Lê, pirsgirêka min heye, ew jî ew e ku dema min bi îngilîzî nivîsiye min gelek guhertin tê de çêkirine, lewma ji bo ya bi zimanê farisî, wê dem jê re lazim be.”


Dilşad Xoşnaw ku dixwaze romana Behroz Bûçanî ji farisî wergerîne ‘Kurdî- Soranî’ ji me re axivî û got; “Li başûrê Kurdistanê çend dezgehên çap û weşanê hene, gotine em amade ne pirtûkê çap bikin û belav bikin. Her dema ku bi farisî pirtûk bi destê min bikeve, ez ê dest bi wergera wê bikim.”


Behroz Bûçanî (Bi îngilîzî "Behrouz Boochani" tê bikaranîn) di 21’ê tîrmeha sala 1983’an de li bajarê Îlam yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Endamê PEN'a Kurdî ye. Berî bi 6 salan berê xwe daye Awustralyayê. Ew yek ji damezrînerê kovara wêjeyê ya kurdî Werya ye ku li rojhilatê Kurdistanê çap dibe. Sala 2013’yan hêzên paramîlîter ên rejîma Tehranê avêtin ser buroya kovarê û der barê Bûçanî de biryara girtinê da.

Nivîskarê kurd neçar ma Îranê biterikîne û berê xwe da Awûstralyayê. Lê belê ji ber ku serlêdana wî ya ji bo penaberiyê ji aliyê rêveberiya Melboûrneyê ve nehate qebûlkirin, li girava Manûs a li okyanûsa Pasîfîkê asê ma. Bûçanî mehek li girtîgehê ma û di encama çalakiyên xwe yên bêîteatiya sivîl de hat berdan. Lê vê carê jî destûr nehate dayîn ku ji girava ku ser bi Papûa Gîneya Nû ye derkeve. Wî serpêhatiya xwe ya di dema girtîbûn û êrîşên polîsan de bi rêya peyamên kurt ên telefonan (SMS) şandin ji weşanxaneyekê re ku ev SMS'yên wî wekî pirtûk çap kirin û jixwe Behroz Bûçanî ji bo vê kitêba xwe hêjayî xelatê hate dîtin.


ROJNEWS / MANUS

Parve Bike

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 28 05 2023

'Navnîşan' li ÎFSAK'ê jî hat xelatkirin

news
  • 27 05 2023

Li Cannesê xelat hatin belavkirin: Merve Dizdar xelat girt

news
  • 25 05 2023

Du rojan dê govendê bigerînin

news
  • 22 05 2023

'Armanca sempozyûmê pêşxistina rola hunerê û şêwekaran e'

news
  • 20 05 2023

Sempozyûma Hunera Şêwekariyê dest pê kir

news
  • 19 05 2023

'Dibêjin tu vî zimanî hîn bibî dê bi kêrî çi bê?

Nivîsên Nû
news

Kurdî go beşkê serê lingan vinderê?

  • Cemîl Andok
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Pênûsa Gêj û Encamên Hilbijartinê

  • Mîrza Ronî
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
news

Ji bo weşanên kurdan çend gotin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

KCD: Divê piştgiriya ji bo Rojava were zêdebikin

ad

Demirtaş û Turk çûn serdana Dîzaî

ad

Li Spanyayê skandala seksê: De Gea ji kadroyê hat avêtin

ad

Di "Şiir istanbul" de wêje û helbesta kurdî

ad

Demirtaş di Mîtînga Aştiyê de axivî: Emê tam îsabetê nîşanî we bidin

ad

YPG'ê û Hevgirtina Eşîran ji bo bûyera Amûdê civiyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

(Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...

  • 28 05 2023
news

Li Cannesê xelat hatin belavkirin: Merve Dizdar xelat girt

  • 27 05 2023
news

Girtîgehek ji bo 40 hezar kesî!

  • 26 05 2023
news

Amed Sporê dawî li peywira teknîk dîrektorê xwe Akan anî

  • 27 05 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname