Stenbol
Xebatkarên rojanameya Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, kovara Ozgur Halk, rojnameya Gunluk, endamên Navenda Çand û Hunerê a Mezopotamya, endamên BDP û ÎHD'ê di der barê mirina xebatkarê Azadiya Welat Metîn Alataş de, li ÎHD'ya Stenbolê civîneke çapemeniyê lidarxistin.
Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Azadiya Welat Eser Uyansiz û edîtorê Azadiya Welat Çetin Altun daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Uyansiz diyar kir ku xebatkarê rojanemeya wan Alataş li Edeneyê ji hêla kesên nenas ve bi dara porteqalê ve hatiye daliqandin. Her wiha diyar kir ku Alataş ji berî mirina xwe 3 meh, li ber deriyê BDP'ya Edeneyê gef lê hatibû xwarin. Alataş gilî li dozgeriyê kiribû, lê bêlê tu bersiv negirt û lêpirsîn nehat destpêkirin.
Uyansız, diyar kir ku Alataş hefteyek piştî girtina Azadiya Welat hatiye kuştin û wiha domand: “Em van hewldanan wekî bêtehemuliya li hemberî vîna gelê kurd ya di Newrozê de danî holê dibînin”.
Uyansiz ragihand di nava 21 salan de 40 xebatkarên çapemeniyê ên kurd hatine kuştin û ji kuştina Alataş kesên ku ji çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd ditirsin, berpirsyar girt.
Uyansiz got: “Li hêlek qala qaşo pêşîlêvekirinê tê kirin, li hêlekê êrîş dibin ser kurdan. Alataş di pêvajoyek wisa de hat kuştin. Em ji vê rewşê bi gumanin.” Uyasiz xwest ku dawî li êrîşên li ser kurdan û siyasetmedarên kurdan bên û ji bo xwedî li çapemeniya azad derbikeve bang raya giştî kir.
Tanrikulu hat girtin
Di vê navberê de Berpirsê Karên Nivîsaran ê Azadiya Welat Mehdi Tanrikulu di dadgehê de ji ber ku bi kurdî parastina xwe kir dadger ev parastin wekî "Bikaranîna mafê xwe yê bersivnedayînê" qeb^lu kir û der barê Tanrikulu de biryara tewqîfkirinê da.