Diyarname
Hate pirsîn: Adolf Hitler kî ye? Zêdeyî hezar zarokî wisa got: Teknîk dîrektor e. Em jî dibêjin: Wê çaxê bila bibe teknît dîrektorê tîma Tirkiyeyê.
Li Îngilistanê Komeleyeke Gaziyên Şer a bi navê Erskine bi 2 hezar zarokên temenê wan di navbera 9-15'an de re anketeke çêkir. Di anketê de bersivên trajîkomîk hatin dayîn. Vê yekê kir ku îngiliz pergala xwe ya perwerdehiyê bidin nîqaşkirin.
Di anketê de rêberen faşîstan Adolf Hitler hate pirsîn ku ew kî ye? Piraniya zarokan gotiye ew teknîk dîrektorê Almanyayê ye.
Li ser pirsa Ausschwitz çi ye jî (ku Hitler bi mîlyonan mirov di wir de şewitand) zarokan beriva 'Parka şahiyê' de daye.
Sedî 12'yê zarokên ku beşdarî anketê bûne jî logoya "Remembrance Day" (Roja 11 Sermaweza 1918'an ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Almanya teslîm bû) şibandin logoya McDonaldsê. Sedî 40'ê zarokan jî nizanin ku ev çi roj e.
Yên ku anket çêkirine diyar kirine ku tekane tiştê erênî yê anketê derketiye holê ku zarok dixwazin zêdetir der barê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bibin xwedî agahî.