Diyarname
Rojnameya spanyol Sport li ser lîstikvanê Barselonayê Andres Iniesta îdîayeke balkêş a transferê weşand. Li gor nûçeya rojnameyê klûba Çînê a bi navê Tianjin Quanjian dixwaze Iniesta transfer bike.
Rojname dibêje ji bo her salê 35 mîlyon Euro pêşniyarê lîstikvanê 33 salî kiriye. Her wiha rojnameyê îdîa kir ku dê Iniesta vê pêşniyarê qebûl bike.


