Cemil Andok
Tonguç Ok yek ji dehezaran girtiyên siyasî ye ku niha di girtîgeha Nimreya 2'yan a Tîpa F ya Kandiraya Kocaeliyê ye. Na, di vê nivîsê de meseleya me ne nivîseke siyasî li ser wî û girtiyan binivîsin e. Vê carê ji siyaseta wî, girtîbûna wî wêdetir emê qala wergêriya wî, qala "Manîfestoya Partiya Komunîst" ku wî wergerandiye kurdî bikin.
Bi qasî em dizanin Tonguç Ok yekemîn tirk e ku berhemekê werdigerîne kurdî. Tonguç Okî cezaya muebetê girtiye. Wî, girtîgeh kiriye qada afirandinê. Ew niha pirtûkan werdigerîne kurdî, carinan çîrokan bi kurdî dinivîse ku hin ji wan me di hejmarê berê de di Tîrojê de weşandin.
Çîroka wî ya bi kurdî di girtîgehê de dest pê dike. Ew ji roja ku ketiye girtîgehê her diafirîne, paşê dest bi dike hînê zimanên biyanî dibe. Û rojekê li girtîgehê hevalekî wî bi awayekî dostane dipirse: "Tu ew qas zimanî hîn bûyî, te qet zimanê birayên xwe yên kurd meraq nekir?"
Çîroka wî ya bi kurdî wisa dest pê dike. Dest pê dike û li pirtûkên bi kurdî yên li ber dest heyî dinêre, notan digire, dixwîne, û pêre jî bi girtiyên kurd ku hejmareke mezin ji wan li girtîgehê ne re ye pratîkê dike; bi kurdî diaixve. Ew wisa dibêje; "Ji ber hevalên kurd pir bûn hînbûna kurdî ji bo min ne zehmet bû."
Çîroka jiyan û girtina Ok
Wegrer Ok di sala 1974’an de li Payasli ya girêdayî gundê Avşar a navçeya Pinarbaşiya Kayseriyê, wekî kurê dê û bavên mamoste hatiye dinê. Ew ji partiyeke çepgir hatiye girtin, ji sala 1997'an ve li girtîgehê ye û niha di heman demê de ji derve Zanîngeha Marmarayê Beşa Îngilîzî dixwîne. Ok, ciwanekî tirk e, hînê îngilîzî, îtalyanî û spanyolî bûye. Ew çîroka hînbûna kurdî wisa tîne ziman: "Ez şaş nebim sala 2006'an bû; em hê girtî bûn û em di hucereyeke sê kesî de bûn. Li hucreya kêlekê girtiyekî ji doza PKK'ê hebû. Di voltayên êvarê de em bi deng diaxiviyan û bi ser dîwar re me dikir dengê xwe bigihînin hev. Rojekê ji ziman mijar vebû, Nedimê (Yilmaz) hêja hinek jî bi henekî got, 'Lo heval Tonguç, tu bi îngilîzî dizanî, îtalyanî dizanî, spanyolî tu hîn bûyî, te qet kurdiya birayên xwe meraq nekir?' Tiştek ku ez bibêjim tune bû. Min tenê karî ji heval Nedim re bibêjim 'Ma te pirtûk şandin ku ez hîn nebûm?'. Wê çaxê min dest pê kir."
Ok dema li girtîgeha Gebze bûye xwestiye kurdî hîn bibe lê çênebûye. Piştî vê axaftinê Nedim Yilmaz jêre pirtûka 'Dersên Zimanê Kurdî' ku gelek kevn e ‘pakêt dike’ û bi ‘rêya hewayê’ (yanê bi ser dîwar re) dişîne û Ok dest pê dike. Paşê pirtûkên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê "Kurdiya Nûjen", "Rêziman û Rastnivîsa" Sami Tan bi dest dixe û kurdiya xwe pêş dixe. Paşê dibe aboneyê rojnameya Azadiya Welat.
Werger Ok dibêje: "Zêdetir wî serê hevalên xwe Nedim Yılmaz, Faik Taç û Hamit Balik êşandiye ji bo hînbûnê, ew bûn mamosteyê min. Ez ji Nedim hînê gramer, ji Faik hînê wêje û ji Hamit hînê henekên kurdî bûm."
Piştî vê kêliyê Ok, Azadiya Welat dixwîne, kovarên wekî Zend, Tîroj û W'yê dişopîne, dûre jî bi taybetî Tîroj, ji weşanan re nivîsên kurdî diŞîne.
Bi qasî Manîfestoyê wergerîne hîn dibe
Ew, niha bi Manîfestoya Partiya Komunist a Karl Marks û Friedrich Engels ku wergerandiye kurdî di rojevê de ye. Manîfesto ku li gor gotinan piştî Încîlê li dinyayê pirtûka ku herî zêde hatiye çapkirin e bi kurdiya tirkekî derket pêşberî kurdan. Ji bo wergera pirtûkek divê mirov hakimê zimanê jê werdigerîne û zimanê lê werdigerîne be. Û dema kurdî be wergerandina pirtûkeke wisa giran zehmetir dibe. Lê Tonguç Ok bi qasî ku vê wergerîne baş bi kurdî hîn dibe. Ew tirk e û tirkî jî baş dizane lê ji tirkî wernagerîne. Ji çapa 1888'an a ku Friedrich Engels edîtoriya wê kiriye werdigerîne.
Manîfestoya ku ji Weşanên Evrenselê derket îsal pêşî li Fûara Pirtûka a Amedê de derket pêşberî xwendevanan û dûre li pirtûkfiroşan belav bû.
"Manîfestoya Partiya Komunîst" ku navê wê yê orjînal "Manifesto of the Communist Party" ye, bi wergera Tonguç Ok, bi redekteya kurdî Emin Gurban di nav pirtûkxaneya kurdî de cih girt.
Destpêk û dawiya Manîfestoyê
Manîfesto bi van gotinan dest pê dike: “Xeyaletek li Ewropayê digere: Xeyaleta Komunîzmê. Hemû desthilatdarên Ewropaya kevn –Papa û Çar, Metternîck û Guîzat, Radîkalên Fransiz û sîxurên polîsên Alman– di navbera xwe de tifaqeke pîroz çêkirin, da ku vê spêleyê biqewitînin” û herî dawî bi van gotinan jî bi dawî dibe: "Komunîst veşartina raman û armancên xwe nagirin. Bi eşkerayî diyar dikin ku ancax bi hilweşandina bi darê zorê ya hemû mercên heyê yên civakî ew dikarin bigihîjin mebestên xwe. Bila çînen serdest ji ber tirs û xofa şoreşeke komunîst bilerizin. Ji xeynî zîngirên wan tiştekî proleteran nîn e ku winda bikin. Wan cîhanek heye ku bi dest bixin.
Karkerên hemû dinyayê bibin yek!"
Li girtîgehê her tişt zehmet e
Û çend agahiyên din li ser Tonguç Ok: Ew li girtîgehê ji bo xebatên xwe ji her alî ve zehmetiyê dikişîne. Ew bi kurdî dinivîse, lê rojname û kovarên bi kurdî yan nadin wî, yan jî piştî demeke dirêj digihên ber destên wî. Li girtîgehê kompîtur nîn e li ser binivîse, loma her qazix bikar tîne; dema tiştek ji nû ve binivîse, yan redekte bike careke din ev yek lê dibe bar û demeke wî ya zêde pêre diçe. Daxwaza kompîterekê hê jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehatiye qebûlkirin.
Hin pirtûkên ku Ok wergerandine
Tonguç Ok berî wergera Manîfestoyê ya ji bo kurdî çend pirtûk ji îngilîzî ji bo tirkî wergerandine. Pirtûkên ku wî wergerandine ev in:
- Tarihte Bilim 2 Cilt: J.D. Bernal (Wergera ji îngilîzî bo tirkî)
- Pozitivizme ve Pragmatizme Karşi Felsefeyi Savunmak: Maurice Cornforth (Wergera ji îngilîzî bo tirkî)
Marksizm ve Bilim: J.D. Bernal (Wergera ji îngilîzî bo tirkî)
Müzik Üzerine Tartışmalar: Derleme (Wergera ji îngilîzî bo tirkî)
Keynes’e Karşı Marx: John Eaton (Wergera ji îngilîzî bo tirkî)
Manifesto; Karl Marx-Friedrich Engels (Wergera ji îngilîzî û tirkî bo kurdî)
Her wiha “Bilimin Toplumsal İşlevi: J.D. Bernal” (Ji îngilîzî bo tirkî) û “Ulkem Topragim ve Halkim: Pablo Miranda (ji Spanyolî bo tirkî)” niha li ber çapê ne. Di heman demê de wergereke wî ya din a ji bo kurdî jî bi navê “Marksîzm û Ziman; J.V. Stalin” (Ji îngilîzî û tirkî ji bo kurdî) ji bo çapê tê amadekirin.
Ev nivîs di hejmara 51'î ya Tîrojê de jî hatiye weşandin