Bulent Ersoy jî dê bi kurdî bistrê
Stenbol
Hunermend Bulent Ersoy da zanîn ku ew dê bi kurdî stranê bistrê.
Li gor nûçeya rojnameya Akþamê Bulent Ersoy li Maltepe Pinar Restorantê dema derket ser dikê, helwesta Îbrahîm Tatlises ku dê strana bi kurdî di albuma xwe de bistrê nirxand û wisa got: "Bi kurdî strîn ne qedexe ye. Hûn bi destê dewletê kanaleke bi kurdî saz dikin û dûre jî dijî strîna bi kurdî derdikevin. Gere mirov hurmetê li ber zagonan bigire. Lê jixwe qedexe nîn e. Ezê jî strana bi kurdî bixim albuma xwe."