Diyarname
Tirkiye careke din ber bi hilbjartinê ve diçe. Roja hilbijartinê diyar bû.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû ez dixwazim hilbijartina roja 1'ê sermawezê çêbibe, YSK'ê îro biryar da: 1'ê Sermawezê.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryar da ku hilbijartina pêşwext 1'ê sermaweza 2015'an de li dar bikeve. Bi vê yekê di dîroka Tirkiyeyê de ev yekem car e heman salê du caran hilbjartina giştî li dar dikeve.
Di hilbijartina 7'ê pûşpera 2015'an de AKP, CHP, MHP û HDP karîbûn bendava sedî 10 a hilbijartinê derbas bikin û bikevin meclisê. HDP ku di hilbjartinê de sedî 13 girtibû pê 80 mebûs derxistibû vê carê hedefa sedî 20'î daye pêşiya xwe. HEvserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş çendek berê diyar kiribû ku hilbijartina pêşwext çêbe dê hedefa wan sedî 20 be.