Diyarname
Partiya Tevgera Neteweperêz (MHP) ji ber ku li navend û navçeyên wê kesên bibin berendamên rêveberiyên partiyê kilît li deriyê rêxistinên xwe yên li Amedê da.
Tabelayên rêxistina navenda MHP'ê û navçeyên wê ya li Kolana Stasyona Yenîşehîra Amedê îro hatin daxistin.
Abdullah Arzakçi ku 4 salan Serokatiya MHP'a Amedê kir da zanîn ku ji ber nikarîne ji bo navend û navçeyan rêveberan peyda bikin wan mifte li deriyên xwe dane.
MHP'ê di hilbijartina dawî de li Amedê 2 hezar deng girtibû.