NAVENDA NÛÇEYAN
Duh bişev çeteyên DAIŞ'ê êrîş birin ser gundên Mela Abdula, Miryem Beg, Telwerd û Mekteb Xalid yên derdora Kerkûkê. Hêzên gerîla û pêşmergeyan bersiva êrîşa çeteyan da û di encamê de şer û pevçûnên dijwar rûdan. Di wî şerî de fermandarek yê pêşmergeyan binavê Şêrko Fatîh bi 4 pêşmergeyan ve şehîd ket û didu jî windane. Her wiha 3’ê gerîlayên HPG’ê jî birîndar bûn.
DAIŞ bi dozerên zirxî li wan gundan êrîş pêkanîn, hê jî şer û pevçûnên li wan gundan berdewam e.
Îro danê sibê jî li hember avahiya rêveberiya polîsên Kerkûkê êrîşek întîharî pêkhat. Çeteyan piştî wê êrîşê otêla Qesra Kerkûkê ya nêzîkê rêveberiya polîsan kir. Li wê derê jî du çeteyan êrîşa întîharî pêkanîn. Piştî wê hêjmarek çete ketin avahiya Qesrê û şer û pevçûn dinavbera wan û hêzên polîsan de rûdan. Hat zanîn çete ketine avahiyê şer berdewame.
Gel çek hilgirt
Li ser vê yekê rêveberê parastina Kerkûkê rewşa awarte ragihand. Piştî rewşa awarte li taxên kurdan hemwelatiyên kurd çek hilgirtin. Hat zanîn gel li ser banê xaniyên xwe ji bo parastina xwe û Kerkukê çek hilgirtine.
Ji Rojnewsê hatiye girtin