logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan
  2. Ji bo peymana HSD û Şamê kî çi got?
  3. Kovareke nû bi kurdî, ‘Bizot’ derket
  4. Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê
  5. Balyozê Îsraîlê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Berlînê kir

Krîstîn Ozbey

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Krîstîn Ozbey

Krîstîn Ozbey

'Bûk petêx e zava rêx e'

  • Dîrok: 13/08/2017

Hin kesên bêgav an şermok bi zorê biryara xwe didin ku bikevin dîlanê lê çawa dikevin an jî di nîvê rê de muzîk disekine. Mîna ku miradê wan di çavê wan de dimîne. Bê lome, ku ez wisa bibim teqez ez ê stranbêj bikujim. Heyloo, gotin hat ser stranbêjan. Ez qet qala stranbêjên dawetan nekim. Xwedêhiştina geh dibin Xelîl Xemgîn, geh dibin Beytocan, geh dibin Şivan Perwer, geh dibin Pavarottî. Mîkrofon şilopilo dibe, hemû cîhazên orkestrayê diwestin lê ew mîna hirçên bi pîlê duracellê nû şarj bûne xwe bilind dikin li erdê dixin. Gomlekê wan wekî ku  av bi ser wan de kiribin tim şil in û piranî sipî ne. Ji binê gomlek pirça wan mîna tişortekî reş dixuye. Ku welatekî tolaza ava bibe, stranbêjên dawetan dikarin bêyî referandûmê bibin serokdewlet ellawekîl.
Peywira bav û birayê zava ya herî muhîm avêtina pereyan e. Pereya davêjin ser serê govendgeran, pere dikevin erdê, milet pê lê dike û bi vê çalakiyê kurd mala xwediyê kapîtalîzmê xera dikin. Dor tê ser kişandina fotrafan, zêr û pere dayînê. Piştî vê merasîmê bûk û zava dibin wekî derpxaneyên pereyan, dikana zêra û dimeşin. Yanê dikaribûn ji wan cilên di grevan de tên bikaranîn lixwe bikirina. Qet nebe wê ji kirêya kirasê bûkê û stendina taximê zava xelas bibûna (ayyy biborin, min şaş got, jin ji zewacê û mêra pirtir ji lixwekirina kirasê bûkaniyê û dawetê hez dikin).
Aliyê bûkê naxwazin di fotrafan de aliyê zava derkevin, yên zava jî naxwazin aliyê bûkê derkevin. Neyartî û pêşbirkek (rekabet) ecêb di nav her du aliyan de heye. Tu sond bixwî di şûna mehrê de peymana neyartiyê îmze kirine. Slogana aliyê bûkê “bûk petêx e zava rêx e” ya aliyê zava jî “cihêzê bûkê, barê mişkê” ye. Herkes dibêje qîzê me ji ê wan xweşiktir in lê nizam çima ê me tev di mal de mane. Bi hezaran fotrafên bêyî dilê miletê tên kişandin, kes xwe naecibîne (êêêê, meriv bikeve govendê divê xwe bihejîne. Piştî tu ewqas xwe bi gurmegurm li erdê bixî wê çawa şemla te normal bimîne ka bêje şemlanê, şemlano…!).
Rewşa rebenên bûk û zava berkendal ee. Ku fedî neke wê zava li orta dawetê bigrî (pirya ku westiyaye û ji hal de ketiye). Her carê belqitiyê  stranbêj wan derdixe ser pîstê ji bo ku milet pere bavêje ser serê wan û wan pereyan ji xwe re kom bikin. Bûka reben nizane ku bikene an bigrî. Ku bikene wê bêjin “keçêêê, ev bûk qe şerm nake ji ken, de ez jî vî zilamê xweşik bixapînim ez ê tim bikenim…” (de jixwe zewac tiştekî pir şerm e loma hûn hemû dizewicin an li dû ne, erê temam me bawer kir). Ku bigrî wê rûyê wê şilopilo bibe, di fotoyan de nexweşik derkeve, heta xetereya herî mezin ku xesû an yek ji aliyê zavê wê bên rûyê wê qaşo paqij bikin û hemû maqyajê bera nava hev bidin. Serê bûkê dike zimmînî ji sedema hezar berbisk (toqe) di serê wê de mîna bizmara çikilandine. Ketiye derdê wan ku wê di 7 saetan de bi zorê ji nav porê xwe an goştê serê xwe derxîne. Piriya ku spreya reşandinê ew por bûye wekî qalibê kek li ser serê wê.   
Bi xêra daweta hemû dendikfiroş û çerezfiroşên bajar kêf dikin çimkî çerezên xwe yên herî kevn didin salonan û di nav 3 saetan de diqedînin. Dema jêkirina pasta tê. Bûk û zava tînin ber pasta ji bo ku jêbikin. Garsonê ku kêrê dide destê zava dibêje “kêr nabire” (yanê pere dixwaze, ji roja qewlê dawetê heta bûk bikeve hundirê malê  rebenê zava tê rûçikandin, şêlandin). Zava di dilê xwe de difikire ku di serî de garson û paşê herkesî kêr bike û rûnê ji xwe re wekî ku tiştek nebûye pasta bixwe. Nahletê li vê çanda ku bi zorê dispêrin kurdan tîne.
Belê xwendevanên delal. Min bi vê nivîsê we hinekî westand biborin. Dizanim niha serê we gêj bûye mîna ku du hoparlorên mezin ên salona dawetê bi saetan muzîkên Derdan Mardînî lêxistibin. Min di çend dawetên kurdewar de bihîstibû û bi vê nivîsê dîsa ket bîra min. Xeyala min ew e ku di hemû dawetên me de ev stran bê gotin. Ha ji we re çend gotinên wê;
“Tebarek ha tebarek
Kek’êm zava ye tebarek
Tebarek ha tebarek
Kurdistan li bûkê bimbarek
…”
We dît çi tiştek xweş e. Yek jî heye dibêje “gomlekê kê û kê mawî ye…”. Yeka din jî dibêje
“bûkê rindê ciwanê
kevoka Kurdistanê
gava çavê min lêket
dilê min agir pêket
…”
Hêvîdar im ku ez rojekê ji we re qala dawetên me yên hê asîmîle nebûne bikim. Ji sedema van dawetên me yên sosret divê ez tedawiya travmayê bibînim. Heya wê rojê li xwe û orf edetên xwe miqate bin gulçîçekno.
Govendger Tilîliyan  

**

Beşa yekem a vê nivîsê:
-
KURD Û DAWETÊN NÛJEN! (1)
 

Hin Nivîsen Nivîskar

BAJO GULÊ BAJO

  • 17 Avrêl 2017

Silav li we ajokarno, mirovên ku di nava rê de bêhay dimeşin, pisîkên girnewkî, kûçikên pirçilaskî, ajokara herî baş hat, birevin.  Roj baş...

DAWETÊN BÊDEWLETIYÊ! BEXT-E-WAR-Î

  • 06 Pûşper 2018

Konvoya dawetekê ji kolaneke Amedê derbas dibe. Polîs pêşî lê digirin û li nasnameyan dinihêrin. Li gor lêkolînê zava heqaret li giregirekî dewletê...

GÎHAYÊN AJAN

  • 27 Gulan 2017

Silavên bi sîr û pîvaz gelî xelqê pincarhez. Hûn kutken (rojekê qamyon li peyva “çi dikin” qelibiye û piştî wê bûye...

Hemû Nivîsen Krîstîn Ozbey

Krîstîn Ozbey kî ye?

Youtube Me

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

diyarname podcast#Romaneke nû 'P.Z 40' derket#welatdilken#diyarname20salîye

news

diyarname podcast#diyarname #news #nûçe #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #podcast #

news

diyarname podcast #Tawanên Enfalê di pêşangeheke wêne û belgefîlman de tê nîşandan #pirtûkênkurdî #

news

diyarname podcast 5 #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast@ #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film#diyarname20salîye

news

Dîmenên ji îro...

news

diyarname podcast #diyarname #pirtûk #books #barackobama #booktok

news

Hejmarek taybet li benda we ye

news

diyarname podcast#nûçe #çandhuner #diyarname #pirtûk #books #pirtûkênkurdî #pirtûkênkurdî #film

news

Di xwendina pirtûkan de 13 saniye û 49 saniye

news

Meseleya 'Kêmîna Mykonos' û bûyera Dr. Sadiq Şerefkendî

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
news

Dilê min di nav refên tozgirtî de ma

  • Hogir Berbir
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
news

Rexneya rexneyê

  • Omer Dilsoz
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Notên li ser bûyerên Înegolê

ad

Klîba Hefteyê: Evdîşo

ad

‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ wê li Stenbolê be

ad

Serokê TYB: Bila hikumet TMK'ê biguherîne

ad

4 konserên Xecê hatin betalkirin

ad

Hejmara kayyuman gihîşt 70'yî!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan

  • 30 01 2026
news

Ji bo peymana HSD û Şamê kî çi got?

  • 30 01 2026
news

Kovareke nû bi kurdî, ‘Bizot’ derket

  • 31 01 2026
news

Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê

  • 30 01 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname