Diyarname
Hikumet hema her roj bi kayyumê dest datîne ser şaredariyek a di destê DBP'ê de. Îro jî bi ser Şaredariya Bismila Amedê de girtin û bi kayyumê dest danîn ser. Heta niha hejmar derket 69, bi gotinek giştî gihîşt 70'yî.
Ji 11 rezbera 2016'an ve hikumeta Tirkiyeyê dest datîne ser şaredariyên kurdan. Heta niha 3 bajarên mezin (Amed, Wan û Mêrdîn), 6 bajar 54 navçe û 6 bajarok bi temamî 69 şaredariyên di destên DBP'ê de bi kayyuman hatin desteserkirin. Her wiha heta niha 79 hevşaredar hatine tewqîfkirin.