Diyarname
Ji bo Serokatiya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) îro hilbijartin li dar ket. Di hilbijartinê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo Serokatiya TBB'ê hat hilbijartin. Îmamoglu bi 515 dengan hat hilbijartin. Reqîbê wî Şaredarê Trabzonê Ahmet Metin Genç bû ku wî 250 deng girtin. Di hilbijartinê de 868 delegeyî deng bikar anîn.
Îmamoglu di hilbijartinê de lîsteya encumenan jî amade kiribû. Di lîsteya wî ya 14 kesî de 6 şaredarên jin hene ku yek ji wan Hevşaredara Amedê Serra Bucak e. Li aliyê din Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî di nav lîsteya Îmamoglu de hat hilbijartin.
TURK: ÎPOTEK DANÎN SER VÎNA GEL
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di civînê de axivî, li ser kayûmê ku dest danîne ser Şaredariya Culemêrgê axivî û got, "Mixabin îro em dibinin îpotek danîne ser vîna gel. Ez ji peywirê girtina Şaredarê me yê Culemêrgê şermezar dikim."
Li ser vê yekê şaredarên AKP û MHP'ê bertek nîşanî Turk dan.
Di lîsteya Îmamoglu de van kesan cih girt: Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn Ahmet Turk, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak, Şadedara Bajarê Mezin a Eskişehirê Ayşe Unluce, Şaredarê Artvinê Bilgehan Erdem, Şaredara Selçukê Filiz Ceritoglu Sengel, Şaredara Edirneyê Filiz Gencan Akin, Şaredarê Buyukçekmeceyê Hasan Akgun, Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar, Şaredarê Keçîorenê Mesut Ozarslan, Şaredara Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçioglu, Şaredarê Nevşehirê Rasim Ari, Şaredarê Zonguldakê Tahsin Erdem, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê Vahap Seçer.