Agahiyên li ser Rojava... Ev nûçe tê nûkirin...
20.00: Amed sporiyan got: Ji şer re na
Li Stada Diyarbekirê maça Amed Spor û Gumuşhane Sporê hebû. Temaşevanên Amed Sporê diruşma "Ji şer re na" bilind kirin. Maç saet 19.00'an de dest pê kir. Dema ev nûçe hat destpêkirin nîveka duyemîn a maçê hê dest pê nekiribû.
19.00: Kîno Gabrîel: Li gorî lihevkirinê me hêzên xwe ji Serêkaniyê derxistin Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel diyar kir ku li gorî lihevkirina agirbestê ya bi Tirkiyê ya bi navbeykariya Amerîkayê re wan bajarê Serêkaniyê bi temamî ji hêzên xwe vala kirine û tu şervananên wan di bajêr de nemane. (Ji ANHA)
16.30: Peskov: Putin û Erdogan dê biaxivin
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov beşdarî kanaleke rus bû û got ku rewşa li bakur û rojhilatê Sûriyeyê rewşek metirsî ye, ev yek zirarê dide îstîkrara li welat. Peskov got ku Rusya û Tirkiyeyê li ser operasyonê bi hev re têkiliî daniye, Putin û Erdogan li ser mijarê dê biaxivin.
16.00: Trump: Me petrol girt ewlehiyê û em vedikişin
SErokdewledê DYA'yê Donald Trump ji ser hesabê xwe re got: "Li gor agahiyên Wezîrê Parastinê Esperanto dane şerawestin baş diçe. Pevçûnên biçûk hebin jî bilez ber bi dawî ve diçe. Dê kurd li cihên nû bêne bicihkirin. Leşkerên DYA'yê li cihê pevçûnê yan jî herêma şerawestinê tune ne. Me petrol girt bin ewlehiyê. Em leşkerên xwe tînin malê."
Di vê navberê de wezîrê DYA'yê navê wî Esper e lê Trump wekî "Esperanto" nivîsî.
15.40: MSD: 22 zarok 250 sivîl hatin kuştin
Meclisa Sûriyeya Demokratîk li ser sûcên şer daxuyanî da çapemeniyê û got ku di şer de 22 jê zarok 250 sivîl hatine kuştin. Li Parka Xwendinê ya Qamişloyê civîna çapemeniyê hat çêkirin. MSD'ê got ku ligel şerawestinê jî çeteyan nehiştine birîndar bêne anîn û diyar kir ku ji ber korîdora însanî nehatiye vekirin hê jî bi dehan birîndar li bajêr in.
MSD'ê banga raya giştî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dijî vê rewşa dermirovî derên û ji bo dawîlêanîna dagirkeriya Tirkiyeyê bixebitin.
15.30: McGurk: Tirkiyeyê li DAIŞ'ê sînor negirt
Nûnerê Têkaşîna li Hemberî DAIŞ'ê yê DYA'yê yê berê Brett McGurk got "Ji bo DAIŞ'î neçin Sûriyeyê me ji Tirkiyeyê xwest sînorê bigire lê Tirkiyeyê ev daxwaza me red kir. Ji 110 welatan 40 hezar DAIŞ'î ji sînorê Tirkiyeyê ji bo 'cîhadê' çûn Sûriyeyê. Tirkiyeyê sînor negirt û ji bo me re got ku ew dê negire. Lê piştî ku kurdan sînor qontrol kir, Tirkiyeyê dîwar lê kir û sînor girt.
McGurk ji bo vekişîna leşkerên DYA'yê ku Trumpî ev biryar daye got "xetayeke mezin e" û ev yek lê kir: "Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û Trump li ser 'herêma ewle' li hev kiriye ku ev yek ji Firatê heta Iraqê 450x32 kîlometre ye ku ev yek hemû herêma kurdan û xiristiyaan digire nava xwe."
15.00: 'Armancên Tirkiyê dê heta parçeyên din ên Kurdistanê dewam bike'
Endama Koodînasyona Kongreya Star Asya Ebdellah dema ku beşdarî meşa şermezarkikrina êrîşa Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî. Ebdellah wisa got ku Tirkiye hewl dide niha Rojava paşê parçeyên din dagir bike.
14.30: Xelîl: Bila hêzên NY'yê herêmê biparêzin
Endamê Rêveberiya Heramê Xweser Aldar Xelîl ji ser hesabê xwe yê tora civakî re got ku bila Tirkiye ji herêma êrîş kiriye vekişe û herêm ji aliyê hêzên girêdayî Neteweyên Yekbûyî ve bê parastin.
12.00: Çavuşoglu: Hedefa me heta Iraqê ye
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got ku ew dê ligel Rusyayê biaxivin ku YPG ji Kobanî û Minbicê vekişe. Her wiha Çavuşoglu got ku hedefa wan ew e heta sînorê Iraqê bi dest bixin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Temaşevanên St. Pauli deng dan Rojava (roja 10'an)
- Sedî 91'ê almanan dixwazin ambargo bidin ser Tirkiyeyê
- Hunermendên kurd bang kirin: Bibin yek
- Serokomarê Çekyayê: Kurd ne terorîst in (roja 10'an)
- Vane notên dawî yên li ser Rojava (roja 9'an)
- Volkswagenê jî biryara xwe guhart
- Wezîrê Îtalyayê: Fînala Lîga Şampiyonan bila ne li Tirkiyeyê be
- Cîgirê Trump û Wezîrê Karên Devre tê Tirkiyeyê (roja 7'an)
- Buldan: We nava xwe de çi aştî çêkiriye dora bakurê Sûriyeyê ye
- Trumpî tiştên ku dê bike eşkere kir
- Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin (agahiyên roja 6'an)
- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze
- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje
- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir
- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan)
- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine
- 14 partiyên Başûr dest bi çalakiyan dikin