Diyarname
8'emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a Batmanê xwe amade dike. Festîval îsal dê roja 26'ê reşimeyî dest pê bike û roja 1'ê adarê bi da wî bibe.
Li gor agahiyên ku hatine îsal 165 kurtefîlm û fîlmên metrajdirêji bo festîvalê hatine şandin. Her wiha gelek belgefîlm jî gihîştine ber destên amadekarên festîvalê.
Di festîvalê de îsal pêşbazî nîn e, ji dêvla vê ji bo piştgiriya belgefîlmkar û kurtefîlmkarên sînemayê projeya piştgiriyê hatiye sazkirin. Di beşa Piştgirî û Pêşxistina Belgefîlman de dê 10 hezar Tl xelat bidin 2 projeyan. Ji bo kurtefîlman jî dê dîsa 10 hezar TL piştgirî bê dayîn.