Diyarname
Kompaniya erebeyan Volkswagen ku dê li Manîsaya Tirkiyeyê fabrîkeyek ava bikira bi paş ve gav avêt. Volkswagenê bi sedema dê îmaja wan xira bibe biryara xwe ji bo demek din betal kiriye.
Rojnameya aboniyê ya alman Handelsblatt li ser vê yekê nûçe weşand. Rojnameyê got ku ji ber operasyona leşkerî ya ku Tirkiye li Sûriyeyê didomîne Volkswagenê ev biryar girtiye. Kompaniyê gotiye ku wan yek mîlyor euro razemenî dê bikira lê di van şertan de ew nikarin vê yekê bikin. Her wiha rojnameyê gotiye ku li ser cihê nû yê fabrîkeyê ew hê difikirin.