Digerim. Zanim li tiştekî digerim, lê li çi? Min ew winda nekiriye, amin im. Nexwe çima li tiştekî windanekirî digerim? Gerdûnê datînim ser masê û li her zerreya gerdûnê digerim. Nabînim.
Ji malê derdikevim û li derve lê digerim. Madem min ew winda nekiriye, çima lêdigerim û nabînim? Li derve li tişta xwe ya windanebûyî digerim, ew jî çûye mala min û li min digere – wisa dibêje cinawirek di sînga min de.
Dibêjim, “Min neke şirîkê derewa xwe!” ji cinawir re.
Bîra min dibêje, “Ew tişt neçûye mala te û qet ji mala te derneketiye.”
Nexwe çima ji malê derketim û li derve lê digerim? Gelo ew tiştê windayî ez im û windakirinê ew tişt di min de dîtiye, yan ew tişt windakirin e û min ew dîtiye?
Madem kafe ne mekanê lêgerînê û dîtinê ye, çima li kafeyê me û tibebek tiştên ez winda kirime, hatine li kafeyê ez dîtime?
Keştiyên Vîkîngan maseya min dakir kirine û John Fosse miqîm dibêje, Ez difikirim.
John Fosse ji dêvla xwe û dinyayê difikire, ez jî ji dêvla mîdye û John Fosse difikirim niha. A rast ne ez zanim rast bêjim, ne John Fosse zane rast bifikire. Belbî jî ez û ew li taxa fikirînê pêrgî hev hatibin û wî ez şibandibim xwe. Yan jî wekî di eynika kolanê de li xwe nihêrîbe û serê min ê keçel şibandibe dinyayê.
Jê re dibêjim, “Erê, serê min dinya ye, lê daristan gişk hişk bûne li ser reşika çavê jagûarê li rexê çem.”
Dibêje, “Ez difikirim,” Fosse.
Tîmseh di çavê jagûar de teriya xwe li avê dide û ez fêrî bêhnçikandinê dibim.
Dibêjim, “Li tiştekî windanebûyî digerim di vê rûniştinê de,” ji Fosse re. Fikirîna Fosse dirije hundirê qedeha bîrayê û kefa hêrsbûyî lêvên min didirû bi tayê şil.
Erê, di lêgerînê de min xwe winda kir, lêvên min hatin dirûtin û girêkên zimanê min bişkivîn. Ji bo tiştekî bêjim min ew qas gotin negotin û we li vê qerebalixiya negotinê guhdar nekir.
“Çi cara devê min tê dirûtin û kêlên zimanê min vedibin dinya dikeve kincan,” dibêjim ji tişta windayî re.
Tişta windayî dibêje, “Li ciyê şaş li min negere, ez li mala te li benda te me. Wexta tu hat malê xwe jî bi xwe re bîne.”
Radibim, ji kolanê re dibêjim, “Zû min bibe malê!”
Kolan min heta ber texsiyê dibe û vedigere li ciyê xwe radizê. Li devê derî ji texsiyê datêm, sivik dibim wekî deriyê mala xwe. Derî vedibe û yara min dibe giraniya sivik di hembêza min de.
Ez serxweşiya xwe ji bîr dikim, serxweşiya yara min tê bîra wê û lêgerîn di şiyariya çermê me de dikeve xew…


