Diyarname
Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan îro di Koma Partiya xwe ya li Meclisê axivî. Buldan ji hikumeta Tirtkiyeyê re goti ku pirsgirêka we bi kurdan re heye, kurd guldankek jî deynin hûn bi tang û topan bi ser de diçin.
Vaye ji axaftina Buldan çend not:
- Bi gotina 'Têkoşîna li dijî terorê' dikin ku hewla dagirkirinê meşrû bikin. Lê em dizanin ku ji dîrokê ve tiştên ku we kirine têkoşîna dijî kurdan e. Lê vê jî ji bîr nekin kurd dizanin li hemberî vê faşîzma we şer bikin û dê bikin jî. Ger armanca we ne şer e çima hûn qala fethê dikin? Hûn diçin ku, axa kî fetih dikin? Hûn kî ji welatê kî diqewirînin?
- Kurd guldankek jî deynin hûn dê herin kayûmê bişînin ser wê guldankê. Bi gotina "guldanka terorê" hûn dê bi tang û topan li wê guldankê bidin. Neyartiya wan a li hemberî kurdan sînor derbas kir. Li ku derê kurdekî nefesê digire dikin wî bifetisînin.
- Sedema ketina we ya bakurê Sûriyeyê kurd in. Ew ên we ligel çeteyan mal, mil, bax û baxçeyên wan talan kirine kurd in. Yên we bi ser wan de bombe barandine kud in. Şaredariyên we kayûmên diz şandine ser kurd in. Hûn li hemberî kurdan şer dikin, navek vê yê din tune ye.
- Pirsgirêken we ligel kurdan hene, em vê dizanin. Lê hûn jî vê baş bizanin: Pirsgirêka kurdan a li hemberî ev zihniyeta we ya tarî heye. Û ev gel di dawiyê de dê vê meseleyê çareser bike. Her wiha dê we jî çareser bike.
- Gelek desthilatdarî hatin û çûn, gotin "yan dê xilas bibin, yan dê xilas bibin". Dîrok şahid e ew desthilatdar xilas bûn, hûnê jî xilas bibin. Lê kurd heta bigihîjin serketinê dê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin. Li bakurê Sûriyeyê dê dîsa gelê bakurê Sûriyeyê hebe, hûn dê nebin.
- Ez dixwazim bipirsim: Li hundirê we aştiya we heye ktu hûn dê aştiyê bibin bakurê Sûriyeyê? Pirsgirêka we bi aştiyê re heye. Yên ku dijî şer derdikevin hûn wan diavêjin hepsê. Her cihên hûn diçinê ne aştî, hûn xirakirin û talanê ligel xwe dibin.
- Ji keda karkeran hûn dibirin pê guleyan dikirin, hûn bacên nû diavêjin ser mamaya pitikan pê bombeyan dikirin, hûn zem li elektrîk û gazê dikin pê meaşê ASA'yiyan (Artêşa Sûriyeya Azad) didin. Berpirsê hemû zeman kî ye? Berpirs ev desthilatdarî û polîtîkaya wê ya şer e.
- Serokê Giştî yê AKP'ê dibêje "tiştek muhîm e îtÎfak parçe bibin" û armanca xwe îtîraf kir. Bi vê dike ku îtîfaka xwe xurt bike. Yên ku piştgirî didin vî şerî piştgirî didin desthilatdariya AKP'ê. Divê ev yek bê fêmkirin.