Koln
Li bajarê Kolman Almanyayê gelek hunermendên kurd ji bo Rojava û yekîtiya kurdan hatin ba hev û bang kirin: Bibin yek.
Li gor nûçeya Firaz Baran a di Ozgur Polîtîkayê de li êvara 16'ê mehê li salona Volksbuhnne ya li Kolna Almanyayê civînek saz bû. Hunermend Xelîl Xemgîn, Şivan Perwer, Zozan, Comerd, Şemdîn, Şehrîbanê Kurdî, Beser Şahîn, Ali Baran, Amele, Diyar, Ozan Serdar, Emekçi, Hozan Aydin, Hekîm Sefkan, Seyitxan, Sosin, Deniz Deman, Bulent Turan, Farqîn, Memo Gul, Merdan Zirav, Yasin Kav, Mazlum Rewşen, Cemil Koçgiri, Kakşar Oremar, Sipan Xelat û Şiyar Munzur jî di nav de nêzî sed hunermendî di civînê de amade bûn.
Di dawiya civînê de deklerasyoneke hevpar hat weşandin û têde hat diyar kirin ku heta kurd nebin yek û bi hev re têkoşînê nedin dê nikaribin serkeftiyên xwe biparêzin. Hunermendan di deklerasyonê de banga Kongreya Neteweyî jî kir û got ku çi bikevi ser milên wan dê bikin.