Agahiyên îro... Her ku tişên muhîm bên em nû dikin
23.30: NY: Em dilxweş in
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li ser şerawestinê daxuyaniyek ragihand û got: "NY ji bo vê yekê kêfxweş e, hemû hewldanên sivîlan diparêzin em bi kêfxweşî pêşwazî dikin."
22.30: "Divê demografiya herêmê neguhere"
General Mazlûm Ebdî li ser rewşa dawî ji bo Ronahî TV axivî û got: "Em şerawestinê qebûl dikin. Ev şerawestin ji bo Serêkaniyê û Girê Sipî ye. Bi vê re divê demografiya herêmê neyê guhartin û gel vegere cih û warên xwe. Ev şerawestin bi keda şervanan derketiye holê. Em sipasiya berxwedana şervanên xwe dikin. Divê têkoşîna siyasî bê xurtkirin. "
21.45: Em 30 kîlomtre qebûl nakin
Yek ji rêveberên Rêveberiya Xweseriya Rojavayê Bakurê Sûriyeyê Aldar Xelîl axivî: 30 kîlometre ji sînor ketina hundir wekî berê me em niha jî qebûl nakin. Berxwedana me kir ku em bi dagirkeran bi paş ve gav bidin avêtin.
Xelîl di heman demê de got ku ligel şerawestinê jî hê jî bombekirin didome.
21.30: Êrîş didomin
Vê saetê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) daxuyaniyeke weşand û got ku niha balafirên şer û çeteyên wê êrîşê nexweşxaneya Serêkaniyê dikin. Her wiha ajansê ragihand ku balafirên şer û yên keşfê li ser bajêr digerin. Di heman demê de çete jî ji milê rojava û rojhilat ve êrîş dikin.
19.00: Agahiyên piştî hevdîtinê
Îro li Enqereyê Cîgirê Serokdewletê DYA'yê Mike Pence û Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtinê çêkirin. Hevdîtin 2 saet û 40 deqe dom kir.
Piştî hevdîtinê peyva "Şerawestin" hat eşkere kirin. Hê encam bi temamî nehatine eşkerekirin lê hin agahî hatine. Di vê çarçoveyê de Cîgirê Serokê Amerîkî Mike Pence got "DYA û Tirkiyeyê girêdayî rawestandina êrîşan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihîştin lihevkirinek."
Pence ev agahî pêşkêş kirin:
- Ji bo bakurê Sûriye hem Enqereyê hem hêzên kurd ên Sûriyeyê şerawestin qebûl kirin.
- Ji bo YPG ji herêma plankirî bi paş ve vekişe 120 saetên wê hene.
- Ligel YPG'ê hevdîtin çêbû, dema vekişin dê operasyon bi dawî bibe.
Her wiha Serokdewletê DYA'yê Donald Trumpî ji ser twittera xwe re wisa nivîsî: "Bi mîlyonan kes dê xilas bibin."
Wezîrê Tirkiyeyê axivî
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got Tiştên me xwestin me bi dest xistin, em niha navberê didin operasyonê.
Ji aliyê kurdan hê deng tune
Heta vê saetê ji aliyê kurdan tu deng nehatiye. Li bendê ne ku Rêveberiya Xweserî û hêzên çekdar ên kurdan daxuyaniyek bidin.
15.40: Esad: Em dê dijî Tirkiyeyê derkevin
Serokdewletê Sûriyeyê Beşad Esad îro Mişteşarê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê ku ji Seroktwezîrê Iraqê dl ABdulmehdî nameyek anîbû pêşbazî kir. Li gor nûçeya ajansa dewletê ya Sûriyeyê "SANA"yê Esad wisa gotiye: "Rejima Erdogan li hemberî welatême dagirkirinek çêkiriye. Sûriye li wekîl û terorîstan dide û bi vî awayî bersivê dagirkirinê dide. Dewleta Sûriyeyê li her herêmê dê bersivê bide û dij derveke."
Esad gtiye ku êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê encama daxwaza Erdogan e, lewma Enqereyê rewşa xwe ya ewlekar a li Pêvajoya Astanayê winda kiriye, em hemû Sûriye emê dijî vê derkevin."
15.30: Wezîra Galî got ku wan name ji bo QY'yê şandiye
Wezîra Têkiliyên Navneteweyî ya Galê Eluned Morgan nameyek ji bo Meclisa Dayikên Aştiyê şandiye û di nameyê de li ser êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava jî axiviye. Morgan gotiye ku wan metirsiyên xwe bi nameyek ji bo hikumeta Qraliyeta Yekbûyî (QY) anîne zimen û xwestine zorê li hikumeta Tirk bikin ku di navbera aliyan de bingeha diyalogê çêbibe.
Hêsên Sûriyeya Demokratîk xwestin ku ji bo ji Serêkaniyê sivîl û birîndar bêne derxistin banga vekirina korîdora ewlehiyê kir.
Li Serêkaniyê şerê di navbera leşkerên tirk, ceteyên ligel Tirkiyeyê û hêzên kurd de didome.
11.00: Meclisê biryara Trump şermezar kir
Meclisa nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryara Trump a vekişina leşkeran a ji Sûriyeyê redkir. Di meclisê de dengdan çêbû, li hemberî 60 dengî bi 354 dengî biryar hat girtin û biryara vekişîna leşkeran hat şermezar kirin.
Ji endamên partiya Trump Komarparêzan jî deng da. 129 Komarparêz dijî biryara Trump derketin û li cem Demokratan cih girtin, wan jî deng da. Meclisê di heman demê de banga di cih de rawestandina şer kir.
10.00: Merkel carek din banga rawestandina şer kir
Serokwezîra Almanyayê Angela MErkel li Parlemena Almanyayê axivî û care din bang li Tirkiyeyê kir ku şer rawestîne. Her wiha Angela biryara nefirotina çekan ji bo Tirkyeyê jî dubare kir.
09.30: Pence û Erdogan îro tên ba hev
Cîgirê Serokdewletê DYA'yê Mike Pence û Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo îro saet 14.30 de dê li Beştepeyê ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtinê çêbikin.
Di hevdîtinê de êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Rojava dê mijara sereke be û her wiha meseleya ambargoya li ser Tirkiyeyê jî dê bê nîqaşkirin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Volkswagenê jî biryara xwe guhart
- Wezîrê Îtalyayê: Fînala Lîga Şampiyonan bila ne li Tirkiyeyê be
- Cîgirê Trump û Wezîrê Karên Devre tê Tirkiyeyê (roja 7'an)
- Buldan: We nava xwe de çi aştî çêkiriye dora bakurê Sûriyeyê ye
- Trumpî tiştên ku dê bike eşkere kir
- Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin (agahiyên roja 6'an)
- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze
- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje
- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir
- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan)
- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine
- 14 partiyên Başûr dest bi çalakiyan dikin