Diyarname
Sê nûçeyên li ser aboriyê ku ji her alî ve rewşa aboriya Tirkiyeyê baş tînin ziman:
1- Mexaze têne girtin
Tekin Acar Costetics yek ji sektorên mezin ê kozmetîkê ye ku li Tirkiyeyê gelek mexazeyên wê hene. Serokê Rêveberiya vê şîrketê Tekin Acar ji bo Reutersê axivî û dibêje, "Me gelek mexaze girtin, yek bi yek dê bêne girtin jî. Mirov yek bi yek di aboriyê de têk diçin. Û ev yek dê bidome jî."
Vane hin ji gotinên wî:
- Di sala 2017'an de li 10 AVM'yan me lihevkiribû ku mexazeyan vekin 9'ê wê me betal kirin.
- Di cîroyan de sedî 30-40 daketin heye.Par şîrketên wekî Esse, GNC bi dehan şîrket hebûn îro nîn in. Mezinê dinyayê Douglas ji Tirkiyeyê derket çû. Ger rewş baş ba, bizaniba sibê dê kar bikin dê neçûya. C&A jî, Douglas jî… Gelek mexaze diçin lê ji ber dem bi dem derî tê girtin zêde nabin nûçe.
- Di sala 2014'an de me hîseyên di destê Turkvenê de girtin, paşê 32 mexaze me girtin.
2- Berî zemê derman nayên firotin!
Hat gotin ku roja 20'ê meha pêşiya me dê sedî 10 li dermanan zem bê kirin. Li ser vê yekê li gelek cihan derman nayên peydakirin. Li gor nûçeya rojnameya Sozcu hemwelatiyan nekarî hin dermanan peyda bikin ji ber ku derman ji nişke ve ji piyaseyê hatin rakirin. Li ser vê yekê Saziya Cîhazên Tibbî û Dermanan a Tirkiyeyê (TÎTCK) gotiye saziyên di destên wan de derman hebin û nefroşin ewê ceza li wan bibire.
3- Ji Fitckhê nota ji bo Tirkiyeyê
Saziya diyarkirina dereceya kredî ya navneteweyî Fitch li ser rewşa Tirkiyeyê wisa got: "Rîska polîtîk a li Tirkiyeyê performansa aborî û qelîteya hebûna bankeyan digire bin çewsandinê."
Fitch nota kredî ya Tirkiyeyê û rewşa wê dê 27'ê vê mehê ji nû ve binirxîne.