Kanaleke din li televîzyonên kurdan zêde dibe: Nûçe TV. Nûçe TV dê wekî yekemîn kanalê nûçeyan a kurdan, bi kurdî weşana xwe bike.
Nûçe TV bi diruşma "Dema Rastiyê" roja 5'ê adarê dest bi weşana xwe dike.
Nûçe TV dê bi zaravayên kurmancî, Soranî, kirmanckî (zazakî), Hewremanî û zimanên tirkî û îngilîzî weşanê bike.
Nûçe TV dê di bin şîrketa Danîmarka Mezopotamya Brodcastê de, ji ser peykê re weşana xwe bike.
Televîzyon li gor saeta Tirkiyê dê serê sibê 08'an de dest bi weşana xwe bike de û her saetê nûçeyan pêşkêş bike. Di saet 22:00'an de jî nûçeyên dawî yên rojê dê biweşîne.
Di navbera nûçeyan de jî bernameyên nûçe-aktûel dê bên weşandin. Piştî nûçeyên şevê jî dê panel bên lidar xistin. Nûçeyên jinan bi navê "Jin" dê bên pêşkêşkirin. Nûçeyên cîhanê jî bi kurdî û tirkî bên dayîn.
Di daxuyaniya nivîskî de Rêveberiya Nûçe TV'yê got ku polîtîkaya wan a weşanê dê li ser rewşa herêmên kurd, Rojhilata Navîn, Ewropa û Cîhanê be. Rêveberiyê diyar kir ku hedefa wan ew e ku bûyerên diqewimin berî her kesî bigihînin temaşevanên xwe.
Frekansên Nûçe TV'yê wiha ne:
EUROBIRD 9A (navê nû EUTELSAT 9A) 9° rojhilat
FREKANS : 11.843
POLARITE : V
SYMBOL : 27500
NILESAT (navê nû EUTELSAT 7 WEST A) 7° rojava
FREKANS : 11.354
POLARITE : V
SYMBOL : 27500
***
Nûçeya eleqedar:
- Kanaleke nû: CNN Kurd vedibe