logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

Çima tenê waliyên Kerkûk û Diyaleyê nehatine diyarkirin?

  • Dîrok: 13/02/2024
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN

Li 15 parêzgehên Iraqê hilbijartin çêbûn, piştî vê waliyên hemû parêzgehan hatin diyarkirin lê hê jî encumenan waliyên Kerkûk û Diyaleyê hilnebijartine.

18'ê berfanbana 2023'yan de hilbijartin çêbû. Bi ser re 2 meh derbas bûne. Li 13 parêzgehên Iraqê serê vê mehê aliyên siyasî hatin ba hev û ji nav xwe walî hilbijartin lê li Kerkûk û Diyalayê hê walî nehatiye hilbijartin.

Waliyê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi daxuyaniyeke fermî ji hemû endamên encumena parêzgeha Kerkûkê re ragihandibû ku wê roja 5’ê reşemiyê civîna yekem a encumenan li dar bixe, lê civîn hat betalkirin, walî û serokê encumenan nehat diyarkirin.

Roja 5'ê mehê encumenên kurd û yên xiristiyan li civînê amade bûn lê encûmenên ereb û tirkmen ku heft kursiyên wan hene beşdarî civînê nebûn. Ji ber ku rêjeya yasayî ya endamên encûmenê temam nebûn, civîn ji bo demek nediyar hate taloq kirin.

Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li encûmena parêzgeha Kerkûkê 5 kursiyan bi destxist û xwediyê deng û kursiyên herî zêde ye. Yê PDK'ê 2 kursiyên wan hene. YNK postê waliyê Kerkûkê mafê xwe dibîne. Di nava çend rojên borî de YNK û PDK’ê di derbarê postê waliyê nû yê Kerkûkê de kombûn. Di dawiya civînê de her du aliyan bi daxuyaniyek hevbeş ragihandin ku her du alî hemfikirin ku kurdek ji bo postê waliyê nû yê parêzgeha Kerkûkê were hilbijartin. Lê hê jî negihîştine encamê.

Piştî civîna her du aliyan, Berdevkê Lîsteya Hevpeymaniya Ereb Ezam Hemedanî ragihand ku li gel PDK’ê lihevkiribûn ku postê waliyê Kerkûkê ji bo ereban, cîgirê walî ji bo PDK û serokê encumenê jî ji bo tirkmenan bihata dayîn û got: “Li beramberî lihevkirina PDK’ê ya li gel YNK’ê matmayî mane.”

Li gorî encamên dawî yên komîsyonê, kurdan li parêzgeha Kerkûkê 7 kursî bi dest xistine. Pêkhateya Ereb 6 kursî û pêkhateya tirkmen jî 2 kursî bidest xistine û kesîhiyan jî bi kota kursiyek bidest xistiye.

Ji sala 2017’an ve postê walîtiya Kerkûkê ji aliyê Rakan Cibûrî ve wekî wekalet tê rêvebirin

LI DIYALAYÊ LI HEV NEKIRIN

Encûmena parêzgeha Diyale jî piştî lidarxistina du civînan, ji ber hinek sedemên cuda nekarîn kesek wekî walî diyar bikin. Tê payîn ger alî li ser postê walî lihevnekin, ev mijar dê heta Dadgeha Federal biçe.

Di 5’ê reşemiyê de yekem civîna encumena parêzgeha Diyaleyê hate lidarxistin, lê ji ber hevrikiya tund a di navbera her du lîsteyên Siyade û Teqedûm ya ji ber diyarkirina postê encumenê parêzgehê de, ji bo demeke nediyar hat paşxistin.

Li gor nûçeya Rojnewsê biryar ew bû ku 11'ê mehê carek din encumena parêzgeha Diyaleyê ji bo diyarkirina walî û cîgirê wî kom bibe, lê tenê 6 endam beşdarî civînê bûn. Ji ber kêmbûna rêjeya yasayî civîna encûmenê carek din ji bo demek nediyar hate taloqkirin.

Bi giştî 15 kursiyên encûmena parêzgeha Diyale hene ku partiya Teqedûm 3 kursî, partiya Siyade 3 kursî bi destxistine. Di navbera her du partiyan de li ser girtina postê waliyê parêzgehê pirsgirêk hene. Ji ber wê heta niha nekarîne walî û cîgirê wî diyar bikin.


Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 06 11 2025

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

news
  • 04 11 2025

Bahçeli: Berdana Demirtaşî wê bi xêr be

news
  • 04 11 2025

Bakirhan: Tirkiye mecbûr e li gor Xala 46'an tevbigere

news
  • 04 11 2025

Demîrtaşî ji bo Bahçeli û Ozelî peyam belav kir

news
  • 02 11 2025

MSD’ê civînek li Swêdê li dar xist

news
  • 02 11 2025

Mîlyonek û 843 hezar û 722 ehliyet neguherîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Kronolojiya komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê

ad

Amed Spor bi 4 golan bû lîder

ad

Li Batmanê ji bo Erdogan afîşên balkêş

ad

Xelata 'Şêrê Zêrîn' dan 'Happening'

ad

Li bajarên kurdan rewşa erê-nayê (hat nûkirin)

ad

Notên li ser 8'emîn Documentaristê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname