Zinarê Xamo
Îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî li ser rol û tesîra şairên kurd li ser bîra netewî, bi gotineke din, têkliya di nabêna şiîra kurdî, şairên kurd û bîra/fikrê netwî da semînereke pir hêja hebû.
Semîner ji alî nivîskar, şair û aktîvîsta siyasî Şehla Debaxî va het pêşkêşkirin.
Semînereke pir xweş, mistewabilind û bi sûd bû.
Şehla Debaxî li ser vê mijarê, yanî li ser tesîra şairên kurd li ser bîra/fikra netwî kitbêbek (Sîberekanî Deq/Sîya Deqan)nivîsîye.
Di semînerê da ji Ehmedî Xanî bigre heta roja îro, navên gelek şairên tesîr li tevgera kurd ya netewî kirine û ji şiîrên wan gelek numûneyên hêja û balkêş dan.
Û di dawiya semînerê da jî kitêba xwe îmze kir.
Semînereke pir hêja û bi sûd bû, ji şiîrên tesîrên mezin li hest û bîra kurdan kirine gelek numûneyên hêja dan.
Li gorî Şehla Debaxî ji ber ku roman, nesir di edebiyta kurdî da bi pêş neketiye, şiîrê tesîreke pir mezin li bîr, hest û şiûrî netewî kiriye. Lema jî di pêşketina fikrê netewî da tesîra şiîrê ji hemû beşên edebî yên din zêdetir e.
Ji bavê nasyonalîzma kurdî Ehmedê Xanî bigre heta bi îro, şairên kurd her tim tesîreke mezin li geşbûn û pêşketina fikrê netewî yê kurdan kirine, tim li dijî dagirkeriyê rabûne, dagirkerî red kirine, dewleteke kurd û welatekî serbixwe xwestine.
Bi kurtî tesîra şiîrî û şairan li ser tevgera kurd ya netewî qadeke hêjayî lêkolînê ye. Şehla Debax xanimê bi rengekî serketî û zîrekane dest avêtiye vê mijara pir muhîm û vî erdê prêze.
Min bi xwe ew pir serketî dît û lema jî dibêjim dibê ev berhem bibe kurmancî jî.
Dema meriv diçe nava civata kurdên Kurdistana Rojhilat(Îranê), li edîb, nivîskar, şairên wan guhdarî dike, gava kurdên Rojhilat(Îranê)dest bi axaftinê dikin, meriv bi nezanî û rebenîya xwe dihese.
Meriv dibîne em kurdên Kurdistana Bakur(Tirkiyê)çiqasî ji tarîxa xwe, ji edebiyata xwe bêhay in û asîmîlasyonê em çawa kirine wek leymûneke givaştî, em pûç kirine.
Îro di semînara Şehla Debaxî eynî his bi min ra çê bû.
Civat kurd bû, ziman kurdî bû.
Di civînên kurdên Kurdistna Bakur de bi piranî ev atmosfer tune ye, miheqeq dengê tirkî dikeve guhê meriv, bîna tirkî tê meriv.
Di nava kurdên Kurdistana Rojhilat da dengê farisî nayê guhê mirov. Di nava kurdên Rojhilat da ez xwe sedî sed kurd û rehet hîs dikim.
Şehla Debaxî hakimê zimanê xwe bû, rehet bû, haya wê ji tarîxa wê ya edebî û netewî hebû, wek kurdekî ez pê serbilind bûm.
Meriv digot belkî ew xatibeke swêdî ye, faris e, bi zimanê dipeyive perwerde bûye. Hewqasî rehet û hakimê zimanê xwe bû. Lê ne ew tenê, hemû kurdên Rojhilat wiha ne.
Di nava 30 mîlyon kurdên Kurdistana Bakur de gelek jinên di siyasetê da aktîv, canfîda hene, lê jineke wiha întellektuel, ji tarîxa xwe, ji edebiyata miletê kurd haydar tune ye. Jineke kurdî hewqasî xweş û rehet bipeyive tune ye.
Di nava kurdên Rojhilat de bi sedan jinên wekî Şehla Debaxî hene. Tirkan em pûç kirine, em kirine tirk. Di rojên wiha wiha de meriv vê yekê barîztir dibîne.
Çawa em li Tirkiyê bi zimanê tirkî dixwînin, kurdên Kurdistana Rojhilat(Îranê) jî li Îranê bi farisî dixwînin. Wekî li Tirkiyê, li Îranê jî asîmîlasyon heye.
Lê kurdên Îranê wekî me bi temamî asîmîle nebûne, wekî me pûç nebûne, wekî em bûne tirk, ew ne bûne faris.
Ew jî baş bi farisî zanin, lê bi qasî farisî zimanê xwe jî zanin. Bi qasî ku di farisî de rehet in û kanin xwe îfade bikin, bi kurdî jî hewqasî rehet in û kanin xwe îfade bikin.
Di civînê de sê jinên din jî peyivîn, hersê jî wekî Şehla Debaxî hakimê zimanê xwe bûn û rehet bûn.
Yek kesî negot kurdîya min têrê nake, ez nikanim xwe baş îfade bikim, lema jî ezê bi farisî bipeyivim.
Ev 38 sal in ez li Swêd im, ez çûme gelek civînên kurdên Kurdistana Rojhilat û Başûr, tu carî kurdekî negotiye kurdiya min ne baş e, ezê bi farisî û bi erebî bipeyivim.
Ev xwelîserî, ev malkambaxî tenê di civînên me de dibe. Em hem bi zimanê xwe nizanin û hem jî retorîka me pir zeîf e.
Kurdên bakur li gorî kurdên rojhilat û başûr, bi taybetî li gorî soranan hem di zimên de, hem di zanînê de û hem jî di retorîka axaftinê de pir zeîf in, nikanin du sê gotinan xweşik bibêjin.
Ez ji mijarê dûr ketim.
Li Kurdistana Rojhilat(Îranê) û Başûr(Îraqê) li ser tarîxê, edebiyatê, gelek roman, şiîr, çîrok û di gelek warên da da gelek berhemên hêja hene. Dibê meriv van berheman wergerîne kurmancî.
Mesela ev lêkolîna Şehla Debaxî dibê weşanxaneyeke Kurdistana Bakur bike kurmancî. Bi saya berhemên wiha bîra/fikrê, şiûrê netewî ewê li maj î bi pêş keve.
Ya din gava mirov li sorana guhdarî dike meriv dibîne di soranî de gelek gotin û mefhûmên xweş hene. Bi wergerên soranî ra zimanê me him ewê nêzî hev bibe û him jî dewlemnd bibe.
Hêvî dikim kurdek vê berhema Şehla Debaxî bike kurmancî. Esas bibe latînî jî baş e. Meriv kane bixwîne. Lê bi herfên erebî em nikzanin ji van berhemên hêja feydeyê bibînin.
Di civînê de tiştekî bala min kişand. Bêyî min û Remzî Kerîm ji beşên din yên Kurdistanê kes nehatibû semînerê. Tenê kurdên Kurdistana Rojhlat(Îranê)bûn.
Hadê em bibêjin kurmanc fêm nakin ji Bakur û Rojava netatibûn, lê soranên Başûr jî nehatibûn. Vê yekê ez pir xemgîn kirim. Ev jî nîşan dide di prakîkê de em bûne çar milet, kurdên her beşî, hin îstîsna ne tê da, her kes diçe civînên beşê xwe.
29.04.2018, ji bloga Zinarê Xamo hatiye girtin