Diyarname
Ferhat Pîrbal ku li Bakur bi çîrokê dihat nasîn niha romana wî bi kurmancî li bakur derket. Romana bi navê “Hôtel Europe” ji Weşanên Avestayê derket. Roman ji aliyê Besan Mistefa ve ji bo kurmancî hatiye amadekirin.
Mihemedê Hacîzade, meleyekî kevn ê îranî ye ku ji aliyê rejîma meleyan a Tehranê ve hatiye xel’îlîbaskirinû li Parîsê penaber e, eger peyda bibe bi qaçaxî kar dike, bê nasname ye, nikare here ciyekî…
Ferhad, vebêjerê romanê, ressamekî kurd li Parîs / Montmartre portreyan çêdike. Bi şev li hotêlekê kar dike: Hôtel Europe.
Monsieur Luciana, cihûyekî bi eslê xwe portekîzî, li Parîs, Oxford û Tel Avîv xwediyê milkên mezin, doktora xwe li ser şaîrekî îranî kiriye, xewna wî ya mezin serdana Esfehanê ye.
Saqî Gulçîn, li San Francisco xwediya galeriyeke navdar, femînîsteke ehlî keyf…
“Hôtel Europe” laboratuwareke Rojhilat û Rojava ye, do û îro, em û ên din, niştecî û biyanî, rastî û çewtî raserî hev in.
Weşanên Avestayê berê pirtûka çîrokan a Ferhad Pîrbal bi navê “Çolistan” weşandibû û pirtûk rastî eleqeyeke baş hatibû. Niha jî “Hôtel Europe” a Pîrbal hat weşandin. Li gor gotina Avestayê ewê hemû roman û çîrokên Ferhad Pîrbal ji bo kurmancî amade bikin û biweşînin.
FERHAD PÎRBAL KÎ YE?
Ew di sala 1961’ê de li Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1979’an de, yekemîn berhema wî ya belavkirî çîrokek bû, bi piştgiriya M. Zamdar di kovara Rojî Kurdistan de (Bexda) hat weşandin. Di sala 1984’an de, yekemîn pirtûka wî bi navê şanoya “Malava ey welatê min” li çapxaneya şehîd Îbrahîm ‘Ezo ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li çiyê hat çapkirin. Di 1984’an de, ji Iraqê koç kir û li Îranê bû penaber. Piştî wê bi salekê ber bi Polonya û Almanyayê û pişt re jî li Danîmarkayê mafê penaberiya siyasî wergirt. Di 1987’an de li Zanîngeha Sorbonne dest bi xwendinê kir. Di 1994’an de vegeriya Kurdistanê.
Pirtûkên Ferhad Pîrbal yên çapkirî:
- Malava ey welatê min, şano, 1984
- Sibeha te bi xêr ey xerîbî, şano, 1988
- Exile, helbest, weşana Enstîtûya kurdî ya Parîsê, 1992
- Rojnamevaniya kurdî bi zimanê fransî, sentera Birayetî, Hewlêr, 1998
- Çavkaniyên kurdnasiyê, dezgeha Gelawêj, Silêmanî, 1998
- Zêrê di nav ziblê de, lêkolîn û têkstên wergerandî yên kurdolojiyê, dezgeha Serdem, Silêmanî,
1999
- Încîl (Mizgînî) di dîroka edebiyata kurdî de, Dihok, 1999
- Spiyên di nav reş de, şîir, dezgeha Wêran, Hewlêr, 1999
- Mele Mehmûdê Bayezîdî, dezgeha Aras, Hewlêr, 2000
- Petatxwer, çîrok, Hewlêr, 2000 (Kurmanciya wê: Çolistan, Avesta, Stembol, 2001)
- Efser Tehsîn û tiştine din jî, kurteroman, dezgeha Gelawêj, Silêmanî, 2001
- Cewayez (çîrok û berhmên hevbeş bi helbestvanên Hewlêrê re), dezgeha Aras, Hewlêr, 2001
- Ebdilrehîm Rehmiyê Hekarî, lêkolîneke wêjeyî, dezgeha Spîrêz, Dihok, 2002
- Santiago de Kompostêlla, roman, dezgeha Aras, Hewlêr, 2002
- Mêrekî kumreş î paltoreş î pêlavşîn, roman, dezgeha Aras, Hewlêr, 2003
- Zarokbaz, roman, belavkirina Mala Şerefxanê Bedlîsî, Hewlêr, 2003
- Heşîşkêş, şano, belavkirina wezareta rewşenbîrî, Hewlêr, 2003
- Reîsê Remezanan, çîrok, dezgeha Hana, Hewlêr, 2006
- Ji kurê min Rodan re, şîir, çapxaneya Pak, Hewlêr, 2006
- Pênc kitêb û nîv, şîir, dezgeha Rojhilat, Silêmanî, 2006
- Hîkayetên bavê min, roman, çapxaneya Şivan û dezgeha Bedirxan, Silêmanî-Hewlêr, 2007
Hôtel Europe / Ferhad Pîrbal / Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa / Roman / 200 rûpel