Ji bo weşana TRT 6’ê mirov pêşî dikare vê bibêje û divê mirov bibêje; destpêkirina vê weşanê ne ‘bi xêra xwe’ ye ango ne ‘lutuf’ e. Ev bi xêra têkoşîna gelê kurd ya bi dehsalan e. Heke ev tunebûya dê kê behsa weşanek dewletê bi kurdî bikira. Belê hê jî weşanên bi kurdî di bin zext û metirsiya qedexeyê de ne. Hê jî zagonên ji bo weşan û zimanê kurdî tune ne. Hê jî nasnameya Kurd nehatiye pejirandin û ji bo vê yekê gav nehatine avêtin. Lê mirov nikare vê weşanê wekî tiştekî ecêb bibîne. Ji ber ku rewşa pêvejoyê dewlet û siyaseta serdest a dewletê, wê ber bi gav avêtinê de dahf dide. Dibe ku ji bo dema hilbijartinê be jî (emê bişopînin), lê me pir hilbijartin û demê hilbijartinan dîtine. Dema mirov vê pirsê bike mirovê bigihêje encamê û mirovê bibêje ev gavek e. Û xuya dike ku êdî zimanê Kurdî di înkarê de hilnayê. Ev gav ji înkarê, derbasbûna destpêka pejirandinê ye.
Nakokiya herî girîng ew e ku; dewletê ji kurdan re negotiye “hûn di vî warî de mafdar in, ka werin em bi hev re vî karî bikin”. Heke wisa gotibûya an zagonên ji bo weşan û perwerdehiya Kurdî çêbikirina wê demê pirsgirêk dê bi awayekî din xuya bibûya û herkes dê memnûn bibûna. Erka serdest ev nekiriye û wekî ku raya kurdî tune bihesibîne û bibêje “ez bi tena xwe dikarim vî tiştî bikim”. Li gelek deverên dinyê wisa ye û serdest heta ku karibin dixwazin hevrikê xwe bi awayekî pisikolojîk li paş xwe bihêlin. Rewşa weşana TRT 6 ê jî wisa ye, dixwaze bi hin rêbazan têkeve pêşiya têkoşîna Kurd. Divê Kurd vê yekê bifikirin û nebêjin “çima ev weşan çêdibe?”. Ji xwe mirov bi hêsanî jî nikare rê li ber tiştên wisa bigire jî. Wekî brêz îrfan Amîda jî di nivîsara xwe ya Amîdakurd de dibêje “ zimanê kurdî ne di bin tahhakuma kurdan de ye”.
Îjar Kurd giş ne welathez in. Cerdewan jî bi kurdî dipeyîvin û dibêjin em kurd in (kriter tiştekî din e, lê dibêjin) . Bi hezaran yê ku piştgiriyê didin AKP yê jî dibêjin em Kurd in. Gelo mirov dikare bibêje “bila cerdewan TV yeke Kurdî ava nekin” an ku ava bikin kî dikare asteng bike. Biborin, lê belê deh salekî din wê TV yên erotik jî bi kurdî vebin. Ki dikare rê li ber demê bigire. Mirov dikare pir bi hêsanî xeyal bike ku rojnameyek wekî Hurrîyetê wê di rojên pêş de derkeve. Mirov nikare rê li ber van tiştana bigire. Ji ber ku Kurdî ji ezmanan nehatiye û kanalên wisa bi her zimanî jî heye. Tenê divê mirov wan nakokiyên ku hene bide naskirin û bi ser wan nakokiyan de herin. Wekî nakokiya ‘tunebûna zagona ji bo nivîs û zimanê kurdî’. Wekî ‘tunebûna perwerdehiya bi zimanê kurdî’. Heke van tiştana neyê kirin û tenê em berê xwe bidin xala TRT 6 ê û mirovên tê de dixebitin, wê sibehê tiştekî din jî derkeve û helwesta serdestan li raya Kurdî bê dorpêçkirin û emê têkevin nava çembereke xeter.
TRT 6 ya dewletê ye, mirovên mixalîf û yên Kurd jî divê tiştên hê baş, rast û bi kalîte çêbikin da ku mirov ne ji wan lê ji mixalîfan û ji kurdan bawer bikin. Heke siyaseteke zanistî û bi kalîte, bername û berhemên bi kalîte û esasî derkevin holê ez bawer dikim wê TRT 6 di demeke nêzîk de pir li dawiyê bimîne.
Ji vê yekê jî xuya ye ku ewle bi TRT 6 ê nehatiye kirin. Ji ber ku ez bawer dikim ku ji alî TRT 6 ê ve telefon ji pir nivîskar û hunermendan re hatiye kirin û daxwaza xebatê an hevpeyvînê hatiye kirin. Lê pirê kesan (ez jî di nav de) Ev pêşnişyar ji ber neduristiya dewletê û nakokiyên henin ev pêşniyar red kirine.
Wê mirov li TRT 6 ê jî temaşe bikin û hinek jî wê têde bixebitin. Kurd pir in û fikr û ramanên cihê cihê jî hene. Miheqeq wê hinek hebin ku di kanalên wisa de bixebitin. Wê pir kes jî temaşe bikin. Gelo mirovê ji wan kesan re bibêje çi? Ji yê ku temaşe dikin û yên tê de dixebitin? meseleya xaîntî û xwefiroşiyê berfireh e. Ne peyvîra min e ku pîvana vê yekê deynim. Tiştê ku zanim wê di rojên pêş de gavên hê balkêş û ecêb derkevin. Divê herkes ji vê yekê re xwe amade bike û mêjiyê xwe tije û bernameyên zext bikin.