Diyarname
Di Festîvala Fîlman a Cannesê de roja nîşandayîna fîlmê “Three Thousand Years of Longing” bû. Di wê demê de jinek li ser xaliya sor ji nişke ve kincên li ser xwe derxistin û xwe tazî kir. Jinê ala Ûkrayna li ser bedena xwe xêz kiribû hu li ser jî wisa nivîsî bû, “Stop Raping US” (Dest ji tevawizkirina me berdin). Jinê qorikên xwe jî bi boyaxê sor boyax kiribû û li ser xaliya sor diqîriya. Piştî kurtedemek protestoyê ewlehiya wir bi caketan bedena wê veşart û ew ji wir birin.
Li Ûkraynayê tê gotin ku leşkerên rus tecawizê gelek jinan kiriye. Ûkraynayhe li ser vê yekê lêpirsîn daye dest pê kirin. Ev bûyera bi êş di çapemeniya dinyayê de cih girtibû.
Nûçeyên Eleqedar:
- Cannes de wext wextê fîlman o