Diyarname
Li Tirkiyeyê dadgehê li hemberî şîkeyên di nav fûtbolê de operasyoneke dabû dest pê kirin û bi ser 50 kesî de girtibû bin çavan, jê li dor 30 kesî tewqîf kiribû. Her kes li bendê bû ku Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) li ser şîkeyê, li ser tîmên ku dê ceza bixwin biryareke bide. Û gelek kes jî li bendê bû ku TFF cezayê bide hinek tîman, belkî hinek tîman jî ji lîga yekemîn bavêjin lîga duyemîn. Lê wisa hebû. Serokê TFF'ê Mehmet Ali Aydinlar piştî civînê biryar eşkere kir. Aydinlar got ku Lijneya Etîkê li ser 26 klasorî lêkolîn kiriye, niha ji bo biryareke bê dayîn hê hemû delîl negihîştine ber destê me. Lijneya me dê li benda biryarê dadgehê bisekine û li gor vê biryara xwe ya dawî bide."
Her wiha Aydinlar diyar kir ku 52 kes jî ew sewqî PFDK'ê (Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel) kirine.
Li gor vê encamê wê tu tîm ji lîga yekemîn nekeve, Lîga Super a Tirkiyeyê wekî ku berê biryar dabû dê 9'ê rezberê de dest pê bike.
Tîmên ku dê di UEFA'yê de jî bilîzin tu guherîn di wan de nîn e.
Li Tirkiyeyê di 3'yê tîrmehê de li ser şîkeyê operasyon hatibû dest pê kirin çend serokên kilûban, rêveber, lîstikvan û teknîk dîrektor hatibûn binçavkirin û ji wan 31 kes hinek hatibûn tewqîfkirin.