Diyarname
Amerspor di hefteya 34'an de li Stenbolê ligel reqîbê xwe yê sereke Eroksporê lîst. Maç bi 1-1'ê bi dawî bû. Amedspor bi ser biketa nîvê bilêtê hatina Super Lîgê wê bi dest bixe, niha tenê gavek dir nêzîk bû.
Di maça li Stenbolê de Erokspor di deqîqeya 23'yan de bi gola Ryan Jack bi 1-0 derket pêş. Nîveka yekem wisa bi dawî bû. Amedsporê di deqîqeya 51'ê i Mbaye Diagne bersiv da. Maç bi vî awayî bi dawî bû.
Bakkal: Avantaja me didome
Teknîk Dîrektorê Amedsporê Mesut Bakkal piştî maçê daxuyanî da çapemeniyê û got, "Ji bo me puan girt em kêfxweş in, avantaja me heye, em dixwazin vê avantajê bidomînin. Piştî golên em hatin ser xwe. Em vê avantaja 4 pûanan dixwazin bidominîn. Niha 3 serketin û wekheviyek ji me re lazim e. Emê di 3 maçan de bi ser bikevin û derkevin Lîga Super."
Di maça din ku Amedsporê eleqer dike de Erzurumê li Stenbolê İstanbulspor bi 1-0 têk bir.
Di dawiya hefteya 34'an de Erzurum bi 75 pûanan yekemin, Amedspor bi 71 pûanî duyemîn e. Dûre Erokspor bi 67 pûanan tê û Çorum bi 63 pûanan di rêza çaran de ye.
Dawiya vê hefteye Amedsporê li mala xwe UMraniyeyê, Erzurum li mala xwe Boluyê dike mêvan, Erokspor jî diçe Sakaryayê.
Hefteya 36'an Amedspor diçe Bandirmayê, hefteya 37'an Amedspor Bodrumê dike mêvan û hefteya dawî diçe Îdirê.


