Diyarname
Ji bo Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê fîkstur hat kişandin. Di hefteya yekemîn de Amed Spor dê Uşak Sporê bike mêvan. Diyarbekir Spor jî dê herem Çorum FK'yê.
Koma Spî
Amed Spor di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê de dilîze. Di komê de 19 tîm hene û niha fîktura komê diyar bû. Maça yekemîn a Amed Sporê li Amedê ligel Uşak Sporê ye. Maç 5'ê meha rezberê dê bê lîstin. Serdema lîgê ya 2021-2022'yan dê roja 30'ê avrêla 2022'yan de bi dawî bibe. Wê rojê Amed Spor li mala xwe dê ligel Pendîk Sporê bilîze.
Koma Sor
Diyarbekir Spor di Koma Sor de ye û maça yekemîn li deplasmanê ligel Çorumê dilîze. Diyarber maça xwe ya dawî ya serdema 2021-2022'yan dê ligel Sariyerê li Stenbolê bilîze.
Ji bo her du koman lîg dê roja 26'ê berfanbara 2021'ê navber bidê û 16'ê meha rêbendana 2022'yan dîsa dest pê bike.
Lîga 3'yemîn
Di Lîga 3'yemîn de jî tîmênkurdan hene. Ji wan Batman Petrol di Koma 1'emîn, Igdir Belediye, Elazig Karakoçan, Sîîr Îl Ozel Îdare di Koma 2'yemîn de, Agri 1970 û Mardîn Fosfat Spor jî di Koma 3'yemîn de dilîze.