Diyarname
Weqfa İbrahim Ehmed her sal Xelatên İbrahim Ehmed dide di qada kurdan de kedê didin. Îsal jî xelat hatin belavkirin.
Bi merasimek ku li Telarî Huner a li Silêmanî li dar ket de xelat hatin belavkirin
Xelat dan Serfermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Kobanî. Bafil Talabanî li ser navê Ebdî xelat girt.
Dîsa xelat dan Fermandarê Yekîneyên Antî-Terorê Şervan Kobanî ku ew li Duhokê di qezaya trafîkê de miribû.
Dîsa xelat dan Amedsporê ku Qubad Telebanî xelat da Sekreterê Gişt^iyê Amedsporê.
Ji bilî van ji ber xebat wê ya bo kurdî xelat dan mamoste Zana Miheedî jî.
Dîsa ji Rojava xelat dan Heval Ebdo, her wiha dîsa ji Rojava xelat dan nivîskar Salih Heydo, ji Başûr xelat dan hunermend Osman Kemnayî jî. Ji bo xelata dayiktiyê xelat dan Xanim Fahima, û xelat dan Ayetullah Muhsen Hekîm ku ew wekî dostê kurdan tê bi nav kirin.


