ŞIRNEX
Li navçeya Cizîra Şirnexê piştî xendekên di nav taxan de hatin girtin, polîs bi wesayîtên zirxî ketin Taxa Cudî. Polîsên ku li vir rasterast gule li derdorê reşandin, zarokê 14 salî Umît Kurt ê karê boyaxê dikir qetil kirin.
Ji ber polîs bi wesayîtên zirxî diketin taxa Nûr û Cudî, digirtin ser malan û mirov binçav dikirin, ciwanan li hember vê xendek kolandin û li hember wesayîtên zirxî bend danîbûn.
Li Cizîrê piştî bûyerên ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji bo girtina xendekan Hevşaredara Cizîrê bi Midûrê Emniyeta Cizîrê Ercan Demîr ê nû ku tayîna wî derket Cizîrê (ku ew yek ji gumanbarê suîkasta rojnameger Hrant Dînk e ku di dema kuştina Dînk de ew Amîrê Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê ya Trabzonê bû) civînek li dar xist. Midûr Demîr soz dabû ku wê bi awayekî kêfî binçavkirin çênebin. Li ser vê xebatkarên şaredariyê îro xendek dagirtin.
Piştî xendek hatin girtin, polîsên ku berê nikarîbûn bikevin taxan bi wesayîtên zirxî ketin taxan. Li gor agahiyên niştecihên taxê, polîsên ku ketin Taxa Cudî ji wesayîtên zirxî rasterast gule li derdorê reşandin, bûn sedem ku gelek kes birîndar bibin.
Yek ji wan birîndaran jî Umît Kurt ê 14 salî bû ku li ber destê hosteyên boyaxê dixebitî. Kurt piştî rakirin nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da.
Piştî hat bihîstin ku Kurt jiyana xwe ji dest daye, gel li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kom dibe.