AMED
Midûrê Giştî yê Kitêbxane û Weşanan ê Wezareta Çand û Turîzmê Prof. Dr. Onur Bilge Kula diyar kir ku par li Tirkiyeyê hezar 851 roman hatine weşandin û got: Li Tirkiyeyê her roj 5 heb roman têne weşandin."
Kula, li 3'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê de daxuyand ku di sala 2011'an de 43 hezar û 100 heb Nimareyên Pirtûkan ên Standart ên Navneteweyî (ISBN) hatine wergirtin û ji van 41 hezar 239 heb watine weşandin.
Kula da zanîn ku ji 41 hezar kitêbên ku hatine çapkirin sedî 45 berhemên edebî ne. Li gor agahiyên ku Kula dan ji van 14 hezar berhemên edebiyata zarok û ciwanan in, hezar 851 heb jî roman in.
Prof. Dr. Onur Bilge Kula ragihand ku rojê li Tirkiyeyê 5 heb roman têne weşandin.


