Diyarname
Lîstika ŞanoWan a bi navê "Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” di navbera 22-25'ê mehê de li Stenbolê û li Kocaelî derdikeve pêşberî temaşevanan.
"Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” lîstika nivîskarê fransiz Claude Magnier e. Lîstik ji aliyê Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin û derhêneriya wê Nazmî Karaman kiriye. Lîstika ku ji aliyê lîstikvanên ŞanoWan ve hatiye lîstin niha derdikeve tûrneya Herêma Marmaraya Tirkiyeyê.
Lîstik 3 rojan dê li Stenbolê, paşê dê rojek jî li Kocaeliyê bê lîstin.
Bername bi vî rengî ye:
STENBOL:
- 22 Gulan, Duşem, Saet 20.30, Avcilar Kultur Merkezî.
- 23 Gulan, Sêşem, Saet 20.30, Şişli Cemil Candaş Kultur Merkezi.
- 24 Gulan, Çarşem, Saet 20.30, Ataşehir Mustafa Saffet Kultur Merkezi.
KOCAELÎ
- 25 Gulan, Pêncşem, Saet 20.30, Alternatif Tiyatro Sahnesi
Ji bo kirîna bilêtan, lînk:
- HAY LO DÎSA TEVLÎHEV BÛ - BILÊT
Mijara lîstikê:
"Haylo Dîsa Tevlihev bû" lîstikeke komedî ye. Di lîstikê de Bertrand Barnier fabrîkatorekî dewlemend e. Li cem wî memûrekî bi navê Christian dixebite û Christian wî dişêlîne. Bi vê yekê re lîstik nîşan dide ku derew û şêlandin dikare bibe sedema çi lê di heman demê de nîşan dide ku evîn bi ser dikeve.
KUNYE:
Nivîskar: Claude Magnier
Werger: Dilawer Zeraq
Derhêner: Nazmi Karaman
Teknîk Asîstan: Ronida Durmuş
Muzîk: Baran Sari
Lîstikvan:
Ferhat Aslan
Perinaz Delazy
Berivan Budakbeyoglu
Hasan Bayam
Seher Aslan
Salih Yildizoz
Baran Sari