Diyarname
Berî hilbijartina li dar bikeve bi 48 saetan Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan beşdarî kanalên televîzyonê bû. Hûnê bêjin ma ev ne tiştek normal e? Erê, ew ji bo serokomarî berendamê Îtîfaqa Komarê ye û beşdariya kanalek normal e. Lê na, ne yek ne didu, ne 10, tam 29 kanalan bi hev re, di heman demê de ev bername weşandin. Bi vê yekê li dinyayê rekor hat şikandin.
Heta niha li dinyayê li tu welatî 29 kanalan bi hev re bernameyeke di heman demê de neweşandiye.
Kanalên ku bername belav kirin ev bûn:
Kanal 7
Star
Kanal D
Atv
TRT
Beyaz Tv
a2
360
kon Tv
tv100
tivi6
tv4
Bengu Turk
Trt haber
A haber
NTV
CNNTurk
tv24
TGRT
Haberturk
Ulke Tv
Tvnet
Akit
TRT Turk
TRT avaz
TRT Kurdî
Haber global
Turk haber
A para