Wan
Şaredarê Erdîşê Zulfîkar Arapoglu got ku li navçeyê gelek avahî hilweşiyane û got: Em bi lezgînî li benda alîkariyê ne.
Arapoglu wisa got: "Niha gelek avahî hilweşiyane û gelek mirî ne. Der barê hejmara mirî û birîndaran de avahî nîn e. Lê wisa rewşeke ku mirov nikare qal bike. Her der di nav toz û dûmanê de ye. Avahî hilweşiyane. Nexweşxane tije ne. Em li benda alîkariyê ne. Bi lezgînî pêdiviya me bi konan, bi xebatkarên tenduristiyê heye. Derfetên me kêm in, ambûlansên me nîn in. Nexweşxaneyeke me heye wê jî xisar dîtiye. Ocaxên tenduristiyê têrê nakin. Gelek mirî û birîndar hene."
***
Nûçeya eleqedar:
- Dîroka erdhejên ku li Wanê pêk hatine
- Saet 16.00: Agahiyên dawî li ser erdhejê
- Saet 15.00: Li Wanê 50 birîndar hene
- Saet: 13.61, li Wanê erdhej çêbû