Diyarname
Kovara Zrîngê vê carê kulma xwe li yên "Kurte anliyorum ama konuşamiyorum" da û derket.
Kovara mîzahê Zrîng ku mehê carek derdikeve bi hejmara xwe ya 9’emîn gihîşt ber destên xwendevanên xwe.
Kovarê vê carê kulmek li kesên dibêjin "Kurte anliyorum ama konuşamiyorum" (Ez kurdî fêm dikim lê nikarim biaxivim) daye û ev yek kiriye berga xwe. Kovarê ji bo vê yekê jî ji tabloya Edvard Munch (1963 - 1944, Norwec) a navdar "Qêrîn" îlham girtiye û berg li ser vê yekê saz kiriye.
Di vê hejmarê de xêzkar Eşref Mumcu bi karakterên wekî ‘Melle’, ‘Dîkê Qoqo’, ‘Sosretîk’, ‘Tabletên Beredayî’, ‘Evînên Sist’, ‘Mehlûqatên Eşref Mumcu’ û ‘Tirşik’ xêz kirine. Her wiha Zehra Dogan, Bunyamîn Karakoç, Erceren, Hebûn, Michael Erdman, Kubîlay Odabaş, Mehmet Erbey, Mustafa Yaman bi xêzên xwe di kovarê de cih girtine. Kovar ku her ku ji bo wan tê cih dide xêzên girtiyan jî di vê hejmarê de xêza Hemed ku ji girtîgehê şandiye. Dîsa Nivîsana Metîn Mar ku wî jî ji girtîgeha Tîpa F ya Wanê şandiye di kovarê de cih girtiye.
Nivîskarên her daimî yên kovarê Azat Kutî bi nivîsa ‘Meselokên Me’, Şêx Zûbêr bi nivîsa ‘Manîfesto’, Ikram Balekanî bi nivîsa ‘Kurd dibêjin Caş’, Ozgur Amed bi nivîsa ‘Qûna tazî behrê dixwazî’ û Mem Aliyê Kamûr jî bi nivîsa ‘Durûtî’ ked daye kovarê.
Ji bo têkilî û xwestin:
info@kovarazring.com
kovarazring.com


