Enqere
Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Kamûyê (KESK), "Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendizan (TMMOB) li hemberî şer roja 29'ê vê mehê ji bo rojekê greva karberdanê dikin.
Li ser vê yekê li Navenda Giştî ya DÎSK'ê daxuyanî hate dayîn. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Serokê TMMOB'ê Mehmet Soganci, Hevserokê KESK'ê Lami Ozgen beşdarî daxuyaniyê bûn. Beko metna grevê xwend, bal kişand ser qedexeya derketina kuçeyan, rewşa şer, operasyonên leşkerî, dibistan, nexweşxane û daîreyên dewletê ku kirine wekî baregehên leşkerî. Beko wisa got: "Roja 29'ê mehê li hemberî van pêşktinan ku emê bêdeng nemînin, ji bo hişyarkirina desthilatdariya siyasî emê hêza xwe ya demokratîk ku ji kedê tê bikar tînin û rojek grevê li dar bixin."
Her wiha hat gotin ku heman rojê nîvrokî jî cihê ku rêxistinên wan ên herêmî diyar bikin dê daxuyaniyan bidin çapemeniyê.
Beko bang li hemû hêzên ked û demokratîk kir ku ji bo li hemberî şer, ji bo avakirina biratî û aştiyê bên ba hev, piştgiriyê bidin.
Mebûsên CHP'ê çûn Amedê
Di vê navberê de 6 mebûsên CHP'ê ku di nav de Selin Sayek Boke, Melike Basmaci, Gamce ÎLgezdî, Elîf Dogan Turkmen, Zeynep Altiok û Nurhayat Altaca Kayişoglu hene çûn Amedê. Mebûsan got ji bo dengê hevpar ew li wê derê ne. Mebûsan xwest herin Sûrê lê destûr nehat dayîn.


